Daxwaza azadiya girtiyê nexweş Yusuf Bulut kirin

STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Stenbolê di çalakiya vê hefteyê de xwest girtiyê nexweş Yusuf Bulut bê berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 254'emîn çalakiya Tîpa F li Qada Galatasarayê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin li ser rewşa girtiyê nexweş Yusuf Bulut ê li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ya Îzmîrê. Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê parazvana mafên mirovan Meryem Bars ve hate xwendin.

Bars diyar kir ku Bulut ê di 2016'an de hatiye girtin piştî 3 meh derbas bûye teşhîsa pençêşêrê hatiye danîn. Bars destnîşan kir ku Bulut di 24'ê cotmehê de emeliyat bûye, şertên girtîgehê bûye sedema nexweşiya Bulut. Bars xwest ku Bulut û girtiyên nexweş bên berdan.

Çalakî bi durişman bi dawî bû.