Polîsan mudaxileyî kesên belavokên 'Na'yê belav dikirin kir

STENBOL - Li Kadikoya Stenbolê kesên têkildarî referandûma serokatiyê belavokên "Na"yê belav dikirin rastî mudaxilye polîsan hatin û polîsan 2 kes binçavkirin.

Li Kolana Bahariye ya Kadikoya Stenbolê, polîsan mudaxileyî kesên têkildarî referandûma serokatiyê belavkonên "Na"yê belav dikirin û stand vekirin kir. Polîsan ji kesên belavok belav dikirin 2 kes binçavkirin. Piştî kesên li derdorê bertek nîşan dan, polîs bi ser komê de meşiyan û hat îdiakirin ku çek derxistine û gotine "Em ê berdin" û bi ser komê de qîriyane.