ŞIRNEX - Rojameger Aysel Işik ku li Şirnexa nûçe dişopand û hat binçavkirin, hat girtin.
Nûçegihana berê ya Ajansa Nûçeya ya Jinê (JINHA) a bi biryarnameya KHK’ê hat girtin Aysel Işik, dema piştî qedexeya kolanan a Şirnexê nûçe diyşopand hat binçavkirin. Işik ku bi parlamentera HDP’ê Aycan Îrmez re li taxa Yeniyê dima hat binçavkirin. Tîmên taybet ên bi wesayîtên zirxî tax dorpêç kirin, bi zorê Işik li wesayîta zirxî siwarkirin û binçav kirin. Aycan Îrmez û parêzer, ligel ku biryara binçavkirinê ji polîsan xwestin jî dîsa bêyi biryarê nîşan bidin Işik binçav kirin û birin. Işik birin Midûryeta Polîsan a Şirnexê. Piştî lêpirsîna li polisan sewqî dozgeriyê hat kirin. Hat zanîn ku ji ber parvekirinên medya civakî û nûçeyan de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê