STENBOL - Li Tirkiye piştî xebatên komeleyan hatin astengkirin û 370 komele hatin girtin, Rêxistina Efoyê kampanya “Çalakiya lezgîn" da destpêkirin. Rêxistina Efoyê anî ziman ku ev pêkanîn OHAL’ê rewa nade nîşan bi hinceta OHAL'ê divê dengên muxalif neyên girtin.
Rêxistina Efoyê têkildarî girtin, binçavkirin û mohrkirina komeleyan kampanya "Çalakiya Lezgîn" da destpêkirin û ji Tirkiye xwest ku OHAL'ê nekin sedema zextên li ser sazî û hêzên demokratîk. Rêxistina Efoyê da zanîn ku li gorî xala OHAL'ê ya 11'an ji, zarok, kal, pîr, parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas, komele û saziyên demokratîk jî di navde li 39 bajaran 370 komele hatine girtin. Rêxistina Efoyê ji bo Wezîrê Karên Hundir biryara xwe paşve bikişîne kampanya dan destpêkirin. Rêxistina Efoyê kampanya di malpera xwe ya fermî de aşkere kir. Rêxistina Efoyê kampanya “Çalakiya Lezgîn" da destpêkirin. Rêxistina Efoyê ji Wezîr Suleyman Soylu, Serokwezîr Binali Yıldırım û Serokê Meclisê Mustafa Yeneroglu geriyan û ji wan xwest van pêkanînan paşve bikişînin. Rêxistina Efoyê da zanîn ku pêkanînên li ser sazî û dezgehên demokratîk û muxalif bi hinceta OHAL'ê nayên rewa kirin û xwest van zextan bi dawî bikin. Rexistinê destnîşan kir ku kes nikare bi hinceta OHAL’ê van zextan li ser saziyan zêde bike û nikarin dengê wan xut bike. Rêxistinê di daxuyaniyê de wiha got: "Divê bi lezgîn ev pêkanîn bi dawî bibin û zextên li ser komele û saziyan bên rakirin. Bi navê OHAL'ê pêkanînên li dijî hiqûqê pêk tên. Wezîrê Karên hundir piştî 15'ê Tîrmehê di 21'ê Tîrmehê de OHAL îlan kir û zextên li ser çapemeniyê hatin zêdekirin. Saziyên Demokratîk û Civakî yên xebatên wan hatin astengkirin divê astengiyên li pêş wan bên rakirin. Di nava van zayian de ÇHD, OHD û VAKAD jî hene. Biryarên girtinê herî zêde zarok, jin û kesen mexdûr bêtir mexdûr dikin. Efoyê xwest bi hinceta OHAL'ê mafên saziyên muxalif neyê binpêkirin.