Li Saziyên Tiba Edlî alîkariya ji bo malbatan jî 'sûc' e

ERZIROM - Derket holê ku, Rêveberê DBP'a Erziromê Osman Ozbey ji ber alîkariya malbatên ku ji bo cenzayên ciwanên li Geverê jiyana xwe ji dest dane hatin Saziya Tiba Edlî kiriye, hatiye girtin.

Li Erziromê, Rêveberê DBP'a Erziromê Osman Ozbey ê di serdegirtinên malan ên hevwext de hatibû binçavkirin û di 18'ê Kanûna 2016'an de ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Erziromê bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin, derket holê ku di şîna cîran û xizmên xwe alîkarî kiriye hatiye girtin. Hincetên girtina Ozbeyê li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê tê ragirtin wek; guhdarîkirina telefonê, şopandina fîzîkî û alîkariya malbatên ku ji bo wergirtina cenzayean hatin Saziya Tiba Edlî tên nîşandan.

ALÎKARIYA JI BO MALBATAN SÛC HAT HESIBANDIN

Malbatên ku ji bo wergirtina cenzayên endamên YPS û YPS-JIN'ê yên li Geverê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan hatin Saziya Tiba Edlî ya Erziromê, ji ber Ozbey alîkariya wan kiriye, ev alîkarî wek sedema sûcî hat îdiakirin. Her wiha Ozbey ê bi riya telefonê xwe gihandiye malbatan û di telefonê de têgeha "Malbata bedêldayî" bi kar aniye, hat îdiakirin ku ev têgeh unsûra sûcî di xwe de dihebîne.

Ozbey ê rû bi rû bi malbatan re hevdîtin pêk aniye û ji bo mayînê alîkariya wan kiriye jî, bi awayekî fizîkî hatiye şopandin. Her wiha di dema serdegirtina mala Ozbey de, wêneyên ku Ozbey ji bo teşhîsê ji malbatan wergirtiye jî, hat îdiakirin ku sûc teşkîl dike.