EDENE - "Operasyona aramiyê" ya bi OHAL'ê re zêde bû, li Edeneyê tu aramî nehiştiye! Di operasyona 1'ê Sibatê de ji malbata Kenes a bi malbatî rastî lêdana polîsan hat kesek ji "muqawemetiya polîsan" hat girtin. Ferdên malbatê yên rapora derbkirinê wergirtin ji polîsan gilîdar in.
Li Edeneyê, li taxên wek Şakîrpaşa, Denîzlî, Barbaros, Gulbahçe û Daglioglû yên herî zêde kurd lê dijîn hema bêje polîs her roj oprasyonan li dar dixin. Di van operasyonên ku di bin navê "Operasyona aramiyê" de tên lidarxistin hat diyarkirin ku, gef li esnaf û niştecihên taxê tên xwarin û niştecihên taxê anîn ziman ku, tu aramî ji wan re nemaye. Herî dawî di 1'ê Sibatê de lu Taxa Şakîrpaşa a navçeya Seyhanê "Operasyona aramiyê" hat lidarxistin û hat diyarkirin ku di vê operasyonê de malbata Abdullah Kenes yê li Kolana Ovayê esnaftiyê dike û esnafên din ji aliyê polîsan ve hatine derbkirin.
Abdullah Kenes û ciwanên bi navê S.A. yê ji aliyê polîsan ve bi giranî hatin derbkirin, hatin binçavkirin. Her du kesên ji "muqawemetiya polîsan" sewqî dozgeriyê hatin kirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê S.A. bi şertê venêrîna edlî serbest berda û Kenes jî bi tawanbariya "muqawemeta polîsan" girt û şand girtîgehê.
'QIRALÊ VIR EM IN'
S.A. yê bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan, pêkanînên rastî wan hatiye vegot. S.A., got polîs li taxa wan tim di bin navê "Operasyona aramiyê" de operasyonan li dar dixin û di sepandina 1'ê Sibatê de belaheq û belasebeb polîsan Abdullah Kenes derb kirine. S.A. wiha behsa pêkanînan kir: "Polîsan ji Abdullah Kenes nasnameya wî xwest. Wî jî dema tam ji bêrîka xwe ya paş nasnameya xwe derdixist, polîsek hat kulmek li nava wî xist. Piştî Kenes bertek nîşan da, bi dehan polîs ji nişkave Kenes dirêjî erdê kirin û lê dan. Min dît Kenes li erdê ye û 30 kes lê dixin. Malbata Kenes û esnafên li hawirdorê yên hewl dan rê li ber vê rewşê bigirin, polîsan vê carê êrîşî wan û gelê hawirdorê kir. Ez jî çûm û êrîşî min jî kirin. Ji gel re sixêf gotin. Digotin, 'Qiralê vir em in.'"
DI WESAYÎTA ZIRXÎ DE JÎ Û LI QEREQOLÊ JÎ HATIN DERBKIRIN
S.A., anî ziman ku polîsan wî û Kenes binçav kiriye û li wesayîta zirxî siwar kriine û dest nîşan kir ku, di wesayîta zirxî de polîsan çend caran gaza îsotan guvaştiye ser çavên wan û ew derb kirine. S.A., wiha domand: "Di wesayîtê de pêl serê me kirin. Me birin Qereqola Şakîrpaşa û li wir heta şevê polîsan li me da. Me derxistin holê û hemû polîsan li me da. Li ber kamareyan ev kirin. Ji me re digotin, 'Hûn kî ne, bela xwe di polîsên me de didin' û bi vî awayî hem li qereqolê hem jî li muduriyeta polîsan em derb kirin. Polîsan ji me re got, 'Yê pozê hevalê me şikandiye bila were, em ê we berdin.' Paşê me birin dozgeriyê û ji wir jî sewqî dadgehê kirin. Ez bi şertê venêrîna edlî serbest hatim berdan, Kenes jî hat girtin."
S.A., dest nîşan kir ku polîs di bin navê "Operasyona aramiyê" de tu aramî ji gel re nehiştine û wiha got: "Dixwazin bi vî awayî gel çavtirsandî bikin. Gel jî nerihet dikin û tu aramî nehiştine."
HEMÛ MALBAT LÊDAN XWAR
Dayika Abdullah Kenes, İpek Kense got, belaheq û belasebeb kurê wê hatiye derbkirin û girtin û ragihand ku, bi dehan polîs kurê wê derb kirine û ji ber wê xwestine rê li ber vê rewşê bigirin hevjîn û zarokên wê jî ji aliyê polîsan ve hatine derbkirin. Kenes, diyar kir ku ji ber derbkirinê wan rapor wergirtiye û wiha got: "Polîsan bi malbatî em derb kirin. Cara ewil e ku tiştekî wisa tê serê me."
Birayê Kenes, Kasim Kenes ê hat derbkirin jî ragihand ku, polîs li ber dikana wan sekinîne, dema lêgerîn û venêrîna nasnameyan dikirin, polîsekî li nava kekê wî daye.
TEVÎ RAPORÊ GILÎ
Kasim Kenes, dest nîşan kir ku dema kekê wî ji polîsan re gotiye, "Tu mafekî we yê li min bidin tune ye", polîsan êrîşî wî kiriye. Kenes, diyar kir ku wê demê polîsan êrîşî her kesê li wir kiriye û wiha got: "Ji ber OHAL heye polîs dibêjin 'Kes nikare tiştekî ji me bike' û êrîşî her kesê diçe û tê dikin. Her roj li vir sepandin heye. Me rapora derbkirinê wergirt û me da parêzerê xwe. Em belaheq û belasebep hatin derbkirin, gilîdar in."