AMED - Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim diyar kir ku ji bo mafê zimanê kurdî, di guhertinên Qanûna Bingehîn de tu guhertinek tune ye wiha got: “Hem ji bo ziman û hem jî ji bo pêkanînên dijwar ên li ser gel tên meşandin, divê gelê me bi tîpên mezin bêje ‘Na’ û tevlî kampanyayê bibe.”
Piştî guhertinên qanûna bingehîn di meclîsê re derbas bû ji bo serokomar erê bike jê re hat şandin lê heta niha hêjî serokomar Erdogan pêşnûme îmze nekiriye. Piştî guhertinên qanûna bingehîn bê erê kirin û şûn ve xebatên referandûmê jî dê bi awayekî fermî dest pê bikin. Siyaseta kurd, partiyên sosyalîst û muxalîf yên li Tirkiyeyê jî li dijî guhertinên Qanûna Bingehîn xwe ji bo hilbijartina referandûmê amade dikin. Pêkhatiyên siyaseta kurd, sosyalîst û muxalîf li Amedê jî bi boneya di referandûmê de bêjin bêjin “Na” kampanya dan destpêkirin. Parlementerê HDP’ê yê Sêrtê û zimanzan Kadrî Yildirim têkildarî pêvajoya referandûmê û kampanya “Na” de ji dîhaberê re axivî.
‘GAVÊN XAPÎNOK DIAVÊJIN’
Yildirim, diyar kir ku şerê di navbera hêzên dewlet û PKK’ê de diqewime nayê wê wateyê ku ev pevçûn û şer li pêşiya mafên kurdan ên ziman, xwezayî bên binpêkirin û wiha got: “Dewlet û hikûmetê ji bo gelê kurd hin gavên ku avêtin jî lê îro xuya dike ku ew gav wek gavên formalîte bûne û li gorî rojevê bûne. Ger ku rojev baş biçe ev gav jî wê bidomin. Ger rojev xera bibe wê ev gav jî şûn ve bên avêtin. Ev tiştek rast nîne.”
‘JI BO ZIMANÊ KURDÎ TU GUHERTINEK TUNE YE’
Yildirim, bal kişand ser amadekariya referandûmê ku dê guhertinên Qanûna Bingehîn bi xwe re bîne û wiha domand: “Mixabin di meseleyên mafê ziman û perwerdehiya zimanê zikmakî de tu guhertinek, pêşveçûnek û geşedanek di vê pêşnûmeyê de cih nagire. Komele û enstîtuyên zimanê kurdî hatin girtin. Mamosteyên beşa kurdolojî yên Zanîngeha Artukluyê hatin îxrackirin. Ez hinek rewşa Başûr û Bakur datînim ber hev û li rewşa her duyan dinêrim. Di salên 1970’yan de hem rejîma Iraqê bi kurdên Başûr re bi hêzên pêşmergeyan re şer dikir. Hem jî nivîskar û rewşenbîrên kurd pirtûkên xwe yên kurdî li Bexdayê di weşanxeneyên fermî yên dewleta Iraqê de didan çapkirin. Tişta ku îro li Bakur tê kirin di wexta Sedam de jî nehat kirin û piştî Sedam jî nehat kirin. Di nav rejîma Bexdayê de ziman û pirtûkên kurdî nehatibûn qedexekirin, lê îro li Bakur rewşa em dibînin her tişt qedexe ye. Tiştên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên jiyîn di wexta Sedam û Şahê Îranê de jî nehatine jiyîn. Li tu deverê rewşek bi vî awayî xerab û tundî ku bi ser zimanê kurdî û mafê kurdan de biçin nehatiye dîtin.”
‘DIVÊ GELÊ ME JI PÊKANÎNÊN DIJWAR RE BÊJE NA’
Yildirim, destnîşan kir ku gelê kurd ji gundikan bigire heta bajarên mezin hemû pêkanînên li dijî kurdan û neteweyên din tên kirin dibîne û wiha axivî: “Pêwîste gelê me vê dijwariya li ser xwe bigire ber çavan. Di referandûmê de divê biryara xwe li gorî vê bide. Tiştên ku ew nabînin û di ferqa hin tiştan de nînin divê pêvajoya referandûmê de divê rewşenbîrên kurd, wekîlên kurd, nivîskarên kurd bi awayekî zelal vê rewşê ji gelê xwe re aşkera bikin. Em ê jî li ser van esasan bixebitin.”
‘WÊ GELÊ ME BI TÎPÊN MEZIN BÊJE NA’
Yildirim, anî ziman ku di hûndirê xalên Qanûna Bingehîn de mafê kurdan, bawerî û netewên din nîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi kurtasî tu kes xwe di vê destûra bingehîn a ku niha guhertina wê di rojevê de ye nabîne. Ne kurd, ne ermenî, ne elewî, ne êzidî û ne jî bawerî û nasnameyên cuda yên din xwe dibînin. Piştî ku me xwe di vê guhertinê de nedît tu sebepekî em ê ji vê re bêjin ‘Erê’ tune ye. Xwezî me xwe di hûndirê guhertinande bidîta tu sebepek me yê bigota ‘Na’ tune bû. Lê mixabin em û hemû bawerî û nasnameyên din xwe di hûndirê vê guhertinê de nabînin. Tenê em di hûndirê guhertinên qanûna bingehîn de nijadperestiyê dibînin. Du partî hatine ba hev û li gorî hişê xwe hinek xal amade kirine. Ev xal ne li gorî rastî, ol, bawerî, nasnameyên Tirkiyeyê ne. Ji ber vê yekê jî gelê kurd, gel û baweriyên din jî wê bêjin ‘Na.’ Hem jî wê bi tîpên mezin bêjin ‘Na’ û mohra xwe lê bidin.”