ISPARTA - Jinên xwedekar ên SDU û PAU, ku girtî dihatin darizandin di rûniştina 2'emîn de jî nehatin berdan.
Di serdegitinan malan a 5’ê Gulana 2016'an ya li Ispartayê de xwendekarên Zanîngeha Suleyman Demîrel (SDU) û Zanîngeha Pamukkalyeê (PAU) Merve Nur Îşleyîcî, Dîdar Boza, Ceylan Bozkurt, Necla Unay, Fatma Erez û Ozgur Sema Şîmşek bi îdîaya “endamên rêsixtinê ne” hatin girtin. Duyemîn rûniştina doza derbarê xwendekaran de hat vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a Ispartayê hat dîtin. Di dozê de xwendekarên jin ên girtî û parêzerên wan amade bûn.
Xwendekaran di rûniştina dozê de îfadeyên xwe yên berî dabûn dubare kirin û daxwaza berdana xwe kirin. Parêzeran jî diyar kirin ku derbarê sucdariyên de delîl kêmin, divê dema girtina xwendekaran li ber çavan bê girtin û daxwaza serbestberdana wan kir.
Heyeta ku biryara xwe ya navberê da, dadgehê delîlên hene li ber çavan girtin û biyara berdewamkirina girtina xwendekaran da û doz taloqî 18’ê Çileyê kir.