ÊLIH - Endamê PM’ê yê DBP’ê Yunus Durdu, di çarçoveya lêpirsînek a li Dersimê de li Êlihê hat binçavkirin.
Li Êlihê di serdegirtina malan a duh de endamên Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Yunus Durdu hat binçavkirin. Durdu ku hinceta binçavkirina wî ne hat zanîn, hat diyarkirin k udi çarçoveya lêpirsînek a Dersimê de hatiye binçavkirin.
JI WALÎTIYA DERSIMÊ DAXUYANIYA BALKÊŞ
Li Dersimê jî polîsan duh di saetên sibê de bi ser mala endamê PM’ê yê DBP’ê Soner Oz de girtin, ji ber Oz ne li mal bû bi telefonê lêgeriyan û xwestin bê û li midûryeta polîsan îfade bide. Dema Oz ji bo îfadeyê ku midûryetê hat binçavkirin. Ligel vê walîtiya Dersimê derbarê Oz û Durdu de îro daxuyaniyek balkê da û wiha got: “Di çarçoveya xebatên ji bo BTO yên li navçe û navendê ji aliyê Midûryeta Polîsan a Dersimê ve tê rêvebirin; kesekê ku hat tesbîtkierin di bin navê BTO ku ji KCK’ê dixebite di asta jor de xebatan dide meşandin li navenda bajar, kesek jî li Êlihê hatine binçavkirin. Li malên kesên hatin binçavkirin gelek belgeyên rêxistinî û amûrên dijital hatine desteserkirin.”