Malbatên karkeran lêgerîna edaletê berdewam kirin

STENBOL - Malbatên karkeran, di hefteya 58'an li Qada Galatasarayê kom bûn û "Nobeta Edalet û Wicdan" berdewam kirin. Malbatan xwest 28'ê Nîsanê ji bo kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane "Roja şînê û bîranîna kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane" bê îlankirin.

Malbatên Karkerên li Edaletê Digerin, di hefteya 58'an de çalakyia "Nobeta Edalet û Wicdan" li qada Galatasarayê berdewam kirin. Malbatan di çalakiye de pankarta li ser "Ne qezayên kar, ci-na-yet" nivîsandibûn vekirin û wêneyê kesên di cînayetên kar de ji yana xwe ji dest rabûn rakirin. Xizmên malbatên k zarokên xwe di cînayetan de winda kiribûn û Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu amade bû. Di çalakiyê de hevsera karker Kadir Cesur ê di qezaya kar de jiyana xwe ji dest da Arzu Cesur diyar kir ku di Çileya 2017'an de 161 karkeran di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "9'emîn salvegera komkujiya Davutpaşa derbas bû. 9 Salin em li edalet û mafê karkeran digerin. Em kesê ku herî zêde can û dilê wan diêşe ji bo kesên din jiyana xwe winda nekin li vê qadê ne. Em dixwazin 28'ê Nîsanê wekî "Roja Kesên Di Cînayetên Kar de Jiyana Xwe Ji Dest Dane" bê îlankirin. Ji bo vê yekê me kampanya îmyezan daye daye destpêkirin û em vê kampanya xwe berdewam dikin.

DI 2016'AN DE 1974 KARKER MIRIN

Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî diyar kir ku di sala 2016'an de Hezar û 974 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Ev hêjmarek gelek mezin e. Ev êş li her derê Tirkiye heye. Lê mixabin tedbîr nayên girtin."