AMED - Dayika hunermenda YJA Starê Delila, Gulsuma Guçer bi sedema di roportaja bi Rojnameger Hasan Cemal de pesnê keça xwe daye doz lê hat vekirin û 9 sal ceza jê tê xwestin.
Dayika Endama YJA-Starê Şenay Guçer (Delila) a di 2007'an de jiyana xwe ji dest da Gulsuma Guçer (63), Hevşaredara Farqînê Zuhal Tekiner a ji peyvirê hat dûrxistin û Endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Ali Dunser ji ber roportaj dan Nivîskar Hasan Cemal der barê wan de doz hat vekirin. Dozgerê Komarê yê Amedê ji ber roportaja di serdema îlana qedexeya derketina kolanan a 2015'an li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê doz vekir. Dozger 2 rûpel îdîaname vekir û der barê Guçer, Tekîner û Dunser de bi îdîaya "Pesnê sûc û sucdar daye" û “Propaganda rêxistinê kirine" ji bo her kesekê-î 9 sal û 6 meh ceza xwest. Dozger der barê Nivîskar û rojnameger Hasan Cemal de jî lêpirsîn vekir. Lê ji ber nivîs li Stenbolê hat weşandin der barê Hasan Cemal de biryara bê şopandinê da û lêpirsîn şandin Stenbolê.
HIN CARAN GOTINA 'EZ BÊ NIMÊJ MAM' JÎ SÛC E!
Dozger di îdîanameye de pirtûka Hasan Cemal a têkildarî rojnivîska Delila a “Rojnivîska Çiyê ya Gerîlaya Jina Ciwan a Delila" bibîr xist. Dozger di îdîanameyê de roportaja Dayika Delîla Guçer a “Êş bi gotinê naqedin... Bi taybetî di 13 rojên qedexeya derketina kolanan de... Bê ceyran, bê av û bê nan... Hin caran jî ez bê nimêj mam. Dema çek hatin teqandin em hemû reviyên odeyên pişt. Me xwe avêt korîdar û serşokan... Dengê vê panzer heye ya hin caran ji êvar heta sibê nedisekinî. Dengê çekan bê navber. Ez van êşan tevan davêjim nava dilê xwe. Çend ciwan cend mirov mirin. Dixwazin me bêzar û koçber bikin. Lê çendî zilmê bikin jî ez ji vir naçim." bibîr xist û ji ber vê gotinê bi îdîaya pesnê keça xwe daye 9 sal xwest.
DOZGER LI SER NÊTÊ CEZA XWEST
Dozger di îdîanameyê de ji bo gotina dayika Delîlal Gulsuma Guçer wiha şirove kir: “Bi gotina mirovên ciwan mirin xwest hişê wekî ku leşkeran bê sebeb mirovê bê suc kuştine ava bike. Di pirtûka qedexe de pesnê Delila hatiye dayîn. Hêzên ewlehiyê wekî dagirker hatiye nîşandan. Di tu aliyê roportajê de endamên PKK/KCK, YDG-H'ê nehatiye şermezarkirin...."
GOTINA 'EM ÊDÎ NE BI TENÊ NE' JÎ SÛC E
Dozger ji bo gotina Dunser a der barê kurê xwe yê PKK'î Umut Dunser de got “şehit” jî wiha got: "Ne PKK hêzên dewletê wekî cudakar dîtiye. Bi vê yekê sûc kiriye."
Dozger dîsa ji bo gotina Hevşaredar Tekiner a “Em kabûsa bê dawî dijîn. Ez hêj 9 salî bûm hevalê bavê min li ber çavê min kuştin. Êdî em ne bi tenê ne. Hêza me ya em heta dawî şer bikin heye." ku di roportajê de cih girtibû jî 9 sal ceza xwest.
Yekemîn rûniştina dozê dê di çile de bê dîtin.