‘Ji bo cîhanek paqij divê em bêjin Na’

MÊRSÎN - Berdevkê Platforma li Dijî Nukleerê Ful Ugurhan diyar kir ku ger guhertinên qanûna bingehîn bişînin referandumê ew ê ji guhertinan re bêje ‘Na’ û wiha got: “Ji bo Santralên Nukleerê neyên çêkirin em dibêjin Na.”

Ligel bertekên hawirparêzan jî li Akkuyuya Mêrsînê ji aliyê Şîrketa Dewletê ya Nukleer Rosatom a Rûsyayê û hikûmetê ve tê plankirin ku Santrala Nukleerî ya Akkuyuyê bê avakirin. Hawirparêzên ku li benda rapora pisporanin diyar kirin ku ger santral bê avakirin ê derdor bi jerî bibe û bal kişandin ser guhertinên qanûna bingehîn.

Berdevkê Platforma li Dijî Nukleerê Dr. Ful Ugurhan, diyar kir ku ger Santrala Nukleer a Akkuyuyê bi guhertinên qanûna bingehîn re di referandumê re derbas bibe dê derdor bi jehrî bibe û ew ê ji bo cîhanek paqij ji vê guhertinan re dibêjin ‘NA’.

RAPORA ÇED’Ê NE HAT AMADEKIRIN LÊ ÎNŞAT DIDOME

Ugurhan da zanîn k udi referandumê de ji guhertina re denge ‘NA’ bikaranîn tê wateya ew ji Santrala Nukleer a Akkuyuyê re dibêjin na û wiha got: “Li Akkuyuyê li pişt deriyên girtî çi diqewime em nizanin. Her dawî di lêkolîna pisporan a meha Kanûnê de me karî bikevin hundir. Ji wê rojê heta niha çi diqewime em nizanin û destûr nayê dayîn ku em fêr bibin. Ligel ku li ser lêkolîna pisporan a havînê û meha kanûnê re 3 meh derbas bûne jî, di dema guhertinên têkiliyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de lez dane pêvajoya çêkirina santralê. Bîrek hatiye rawestandin. Piştî lêkolîna kesên pispor ger Rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) bê erêkirin emê serî li dadgeha jorîn bidin. Lê niha xebatên li Akkuyuyê didomin û ligel ku rapora ÇED’ê hêj ne diyare avakirina înşeatê didome.”


‘JI BO CÎHANEK PAQIJ EM DIBÊJIN NA’

Ugurhan anî ziman ku ji ber ku santrala nukleerî jiyan û pêşeroja wan û gel dixe nava talûkeyê naxwazin bê çêkirin û wiha pêde çû: “Ji sedî 80 gelê Mêrsînê santralê naxwaze. Li şûna çavkaniyên nûkirinê yên cîhanê bikarbînin çima di santralan de israr dikin ez fêm nakim. Avakirina santralê dibe ku di 10 salan de bi dawî bibe. Ji bilî qezayên kar, dê jehra ku belavî derdor dibe, enerjîya bi buhayek giran tê çêkirin û bi buhayek giran bidin gel derkeve holê. Ya herî girîng jî deketina jehra nukleerî, nexweşî û tunebûna xwezayê ye. Em li bendê ne ku ji vê şaştiyê vegerin. Lê niyetek wiha a îktîdarê tune ye, plandike ku bi guhertinên qanûna bingehîn a dibe referandumê pêşdetir bibe. Ji ber vê divê di referandumê de hemû hawirparêz û gel denge NA bikar bîne. Ji bo em qezenc bikin tene riyek heye ew jî mezinkirina kampanyaya NA ye. Divê me ji bo cîhanek paqij em dibêjin NA.”

‘NLI DIJÎ SANTRALÊN NUKLEERÎ DI REFERANDUMÊ DE NA’

Ugurhan, bi lêv kir ku li welatên ku bi pergala parlamenteriya demokratîk tên birêvebirin îtîbar bi gel tê kirin û wiha axivî: “Di pergalên ku hemû hêz di destê kesekê de komdibe de, bi biryara kesekê hemû kar tê birevebirin. Di lêkolînên li Mêrsînê hatin kirin de ji sedî 80 welatî santrala nukleerî naxwaze. Em wekî hawirparêz dê li mafê xwe bigerin û em dixwazin bi rejîma ku mafê me yê gotinê têde hebe bên rêvebirin. Ji ber vê yeke hemû hawirparêz dê bibêjin NA. Em ê ji bo qanûna di referandumê re derbas nebe û santrala nukleerî zirar nede xwezayê kampanyaya ‘Bila Akkuyu nebe Santrala Nuklerî. Bila li tu deverên welatê me santralên nukleerî neyên çêkirin, ji santralên nukleerî re NA’ bidin destpêkirin.”