AMED - Serdozgerê Komarê yê Amedê 4 îzmarita çixarê yên li şûna bûyerê delîl nîşan da û ji bo 2 kesên şopa tiliyê wan li ser çixarê ji her kesekî re 5 sal cezayê muebeta giran xwest.
Li navçeya Farqînê ya Amedê piştî "Qedexeya Derketina Kolanan" di 9'ê Mijdara 2015’an de pevçûn derketibû û di pevçûnê de kesek miribû û 3 kes birîndar bûbûn. Serdozgerê Komarê ya Amedê, têkildarî bûyerê der barê Nihat Ç. û Cevdet O. de 4 boçik (îzmarit) ên çixarê delîl nîşan dan û ji bo her kesekî 5 caran cezayê muebeta giran xwest. Sala par Nihat Ç. (40) û Cevdet O. (21) bi îdîaya têkiliya wan bi b^yuer re heye hatin binçavkirin û girtin. Dozgeri îdîanameya wan amade kir û ji bo her kesekî 5 sal cezayê muebeta giran dixwaze. Dîsa ji bo her kesekî 17 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dixwaze. Îdîaname ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Dozger di îdîanameya ku ji 4 rupelan pêk tê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê", “Hewldana Xerakirina Yekitiya Dewletê û Tevahiya Welat", "Guleyên çeka bê rûhset kiriye", “Dibû ku bi zanebûn mirov bikuje" û “Dibû ku bi zanebûn mirov birîndar bike" xwest bên cezakirin. Di îdîanameyê de 3 jê polîs bi giştî 6 muştekiyan cih girt.
Dozger di îdîanameyê de idîa kir ku endamên YPS'ê li taxên Tekil, Mescit û Konakê xendek kolan û barîkat danîn û wiha got: "Leşker û polîsan heta mijdara 2015'an 6 caran li navçeyê operasyon pêk aniye û di operasyonan de 7 leşker û polîs hatine kuştin. Di 9'e Mijdara 2015’an de dema maşîna Midûriyeta Polîsan a Farqinê li ser kolana Amedê ya navçeya Farqînê dewriye digeriya li dijî wê êrîş pêk hat. Li kolanên ku “Qedexeya Kolanan lê hatibû îlankirin" ji aliyê endamê YPS'ê ve êrîş pêk hat. Bi guleyên ku pekiyan li Kahwexaneya Dîcle mirovê bi navê Mehmet Gunduz bi guleyê jiyana xwe ji dest da. Welatiyên bi navê Abdulsamet K., Seyfettin K. û Kubbettin Çiçek birîndar bûn. "
Dozger îdîa kir ku li taxa Mescitê ji kolana 314'an ji avahiya şîn hatiye tespîtkirin ku gule hatiye barandin di lêkolîna wan a têkildarî mijarê de odeyek avahiyê wekî mewzî hatiye bikar anîn. Di dîwarê odeyê de 3 kul hatine vekirin.
ÎZMARÎTÊN ÇIXARÊ DELÎL NÎŞAN DAN
Dozger îdîa kir ku li odeyê duvikên vala yên guleyan û boçikên çixaran (îzmarît) hatine dîtin. Dozger îdîa kir ku ev dûvikên guleyan ji aliyê çeka ku berê Nihat Ç’ bikar anîye ve hatiye bikar anîn. Dozger da zanîn ku di lêkolîna Laboratuvara Polîsan a Enqereyê ya boçikê çixareyê û guleyan de derketiye holê ku DNA yên hatine dîtin aydî Nihat Ç ne. Dîsa li ser îsmarîtên çixarê yên hêjmar 46 û 48'an şopa DNA yên Nihat Ç. hatiye dîtin. Dozger da zanîn şikdar Nihat Ç, ji aliyê Dadgeha Sulh Ceza ya Farqînê ve hatiye girtin. Şikdarê bi navê Cevdet O jî di destê de hatiye tespîtkirin ku DNA wî li ser çixarê hatiye dîtin.
SALEK E GIRTÎ TÊN DARIZANDIN
Dozger di beşa nirxandinê de diyar kir ku Nihat Ç. û Cevdet O tev li çalakiyên PKK û KCK'ê yên li Farqînê bûne. Dozger îdia kir ku di êrîşa li dijî maşîna polîsan B.G., R.D. û Î. K êrîş pêk anîne. Di erîşê de polîs birîn nebûne. Lê Mehmet Gunduz jiyana xwe ji dest dabû. Welatî Abdulsamet K., Seyfettin K. û Kubbettin Çiçek birîndar bûne. Dozger xwest ji her kesekî re, ji bo êrîşa polisan ji her yekî re cezayê muebeta giran û ji bo her kesekî 4 sal û 6 cezayê girtîgehê bê dayîn.
Dozger idianame peşkêşî 5'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê kir û dadgehê îdîaname qebûl kir.