DERSIM - Xwarina gelêrî ya Dersimê Şirê Qude, di firaqa textîn a ku di nava zibilê lawiran de salekê tê hiştin de tê pijandin.
Li Dersimê xwarina Şirê Qude ku sedsale li gundan tê çêkirin yek ji xwarinên zivistanê yên jêvenegere. Şire Qude, di firaqa ku jêre dibêjin ‘qıdık’ de tê pijandin û bi dew tê kutan.
RAZA KAR DI QIDIK’Ê DE YE
Firaqa textîn qidik ku b idi paşerojê de zêde hatiye bikaranîn ji gewriya dara gûzê tê çêkirin. Piştre vî darî dixin nava zibilê lawiran û salekê tê veşartin. Gundiyan diyar kirin ku qidika di nava zibilê lawiran de dişewite, bi vê pêkanînê bi salan tiştek pê nayê û piştî ji nava zibil derdixin nava wê tê dibirin û dixin şekle firaqê.
‘JI BO TEHMA WÊ XWEŞ BIBE DIVÊ QIDIKÊ BÊ BIKARANÎN’
Hatîce Şahîn (59) ku di deste wê de qidika 14 salî heye û li gundê Meytanê xwarina gelerî Şire Qude çêdike diyar kir ku destpêkê ew hevîr çêdikin, diavêjin firinê û wiha got: “Piştre em sîr dixina nava dew û wiha dipijînin. Piştî xwarin pijiya em dixin nava qidikê û hesin digirin destê xwe û dikutin. Pişte em dew dirijînin ser xwarinê û heta nerm dibe diperixînin. Her dawî em rûnê nivişkî yê ku me qekandiye li ser xwarinê dikin û bi heskiriyên xwe re dixwin.”
Şahîn, da zanîn ku tehma xwarina Şire Qude di qirika ku ev 41 sale pê çêdikin de ye û wiha axivî: “Di demên dawî de vê xwarinê ne di qidikê de di firaqên din de çêdikin û ji tehma wê ya berê hatiye durxistin.”
Mujdat Can - dîhaber