Serokê Partiya Saadetê Îlhan: Ger di wesayîtekê de sîstema frenê tune be kesek li wê wesayîtê siwar nabe

WAN - Serokê Partiya Saadetê yê Wanê Ozay Îlhan, diyar kir ku divê pêvajoya OHAL’ê bi lezgîn bê rakirin û derbarê referanduma guhertinên qanûna bingehîn de jî wiha got: “Em madeyên ku hemû rayeyan radestî mirovekî dike qebûl nakin û em ê bêjin Na.”

Serokê Partiya Saadetê yê Wanê Ozay Îlhan, divê çima gel di referanduma guhertinên qanûna bingehîn a ku tê plankirin di Nîsanê de bê kirin bêjin “Na” vegot. Îlhan, diyar kir ku divê di şert û mercên OHAL’ê de referandum pêk neyê û ew tayînkirina qeyûman a 8 şaredariyên DBP’ê jî rast nabînin.

Îlhan, bertek nîşanî rêvebirina welat a bi OHAL’ê da û wiha got: “Di vê pêvajoyê de hemû aliyê civkê mexdûr bûne. Îktîdar bi rakirina OHAL’ê 2002’yan a li bajarên kurdan hertim pesnên xwe da, lê niha li hemû welat OHAL îlankirin. Divê bi lezgîn OHAL bê rakirin.”

‘KESÊ KU HATIYE HILBIJARTIN BI VÎ RENGÎ JI KAR DURXISTIN NE RASTE’

Îlhan, bi bîrxist ku li bajar qeyûm tayînî 8 şaredariyan hatiye kirin û wiha pêde çû: “Hûn jî dizanin div ê pêvajoyê de parlamenter hatin girtin û serokên şaredariyan ji kar hatin durxistin. Tenê li Wanê serokên 8 şaredaran ji kar hatin durxisitn, em naxwazin tu şaredarên hatine hilbijartin bi vî awayî ji peywira xwe bên durxistin. Divê ev kes bêyî ku binêrin li kîjan cihên Tirkiyeyê ne û ji kîjan partiyanin wekhev û adilane bên darizandin. Girtin çareseriyê nayîne. Li bajar gelek komele bi KHK’ê hatin girtin.”

‘PARTIYA ÎKTÎDARÊ BÊ NAVBER SOZAN DIDIE’

Îlhan, da xuyakirin ku kesên fikrxwe tînin ziman tên girtin û wiha domand: “Ger li vî welatî bêkarî, bêmafî û bûyerên terorê tên jiyîn peywira îktîdarê çareserkirina van pirsgirêkane. Hêjî ji bo pirsgirêkên heyî yên li Wanê tu gavek nehatiye avêtin. Her çiqas hikûmet programên cûda vebêje jî venegerandine gel û ne xistine berjewendiyên gel. Ji van programan tenê aliyên diyar feyde dîtine. Wan yek ji 20 bajarên mezin ê Tirkiyeyê ye lê hêjî parlamenterên partiya îktîdarê bê navber sozan didin.”

‘EM NIKARIN JI VÊ GUHERTINAN RE BÊJIN ERÊ’

Îlhan, divê çima ji guhertina qanûna bingehîn re ‘Na’ bê gotin yek bi yek vekir û wiha got: “Em nikarin ji pargala ku qanûndanîn, dadgeh û rêveberiyê dixe destê mirovekê re bêjin ‘Erê’. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi pergala parlamenteriyê ya bihêz heye. Serokomarê xwedî partî, dê bibe serokê partiya xwe û dê bibe xwedî rayeya hilbijatina parlamenterên tên meclîsê. Her wiha dê serokomar xwedî feskirina parlamentoyê be, ev raye di deste parlamentoyê de tune ye. Dê serokomar bi xwe kesan tayînî cihên jor ên dadgehê bike. Lê ji parlamentoyê hêviyên me cuda ne, pêwîstî bi Tirkiyeyek ku her kes dikare xwe têde îfade bike û bend di bin sifrê de ye heye. Ger di wesayîtekê de sîstema frenê tune be kesek li wê wesayîtê siwar nabe, ji ber wê dema em li vana dinêrin em nikarin van guhertinan qebûl bikin.”

‘DIVÊ DI PÊVAJOYA OHAL’Ê DE NECIN SER SINDOQAN’

Îlhan, anî ziman ku dê bi vê guhertina qanûna bingehîn hedê herkesekê nîşanî wan bidin û wiha axivî: “Dixwazin pergala serokatiyê ya ku hedê wê tune ye hedê herkesî nîşanî wan bidin. Dê serok û koma wî hemû tiştan ji bo yên wekî wan nahizirin rewa bibinin lê dê kesê ku alîgirê wane bi her awayî biparêzin. Di pêvajoya OHAL’ê de çûna ser sidoqan dê bi xwe re gelek pirsgirêkan bîne. Her roj sere sibê dema em televîzyonê vedikin em dibinin ku gelek kes ji cihên kar û malên wan tên girtin. Qeymeqamek û peywirdarê cemaweriyê bi rihetî derkeve û dibêje ‘ez ê dengê Erê bikar bînim’ lê dema heman peywirdarê cemaweriyê roja paştir dibêje Na dikare li ser kare xwe bimîne gelo? Divê ev pirs bê kirin. Yan dema peywira xwe bidomîne ger ditirse ev hewayê tirsê ye. Dengê na yan jî erê ya ku di bin hewaya tirsê tê avêtin tu wateya xwe nîne. Ger tehemula ji dengê erê re tê nişandan ji denge na re nayê nîşandin dê pirsgirêkên mezin li welat derxîne. Ez ji hemû welatiyan re dibêjim ku bila baş van 18 madeyan bixwînin paşê biçin ser sindoqan.”