Di bin navê hezkirinê de bi qumara kevokan dilîzin

WAN - Li Wanê komek kesên kevokan xwedî dikin, di bin navê hezkirina kevokan de bi qumara kevokan dilîzin.

Li Taxa Bahçivan a Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê komek kesên kevokan xwedî dikin, di bin navê hezkirina kevokan de bazirganî û kumara kevokan dikin. Koma ku ji 50 kesan pek tê hefteyê 3 rojan li hev kom dibin û kevokan xwedî dikin û bazirganiya wan dikin. Koma bazirganên kevokan her hefte rojên Duşem, În û Yekşemê bi navê "Kevokhez" li Kahwexaneyekê kom dibin û bi komara kevokan dilîzin. Hat diyarkirin ku "Kevokhez" di navbera 2 TL- 10 TL de nûmarayan dixin torbeyan û kekê ku ji torbe 1 nûmara bikişîne ji nava 50 kevokan yekê hildibijêre. Hat zanîn ku lîstik heta derengê şevê berdewam dike.

Hat zanîn ku kahwexaneya li cihekî xalî yê taxê ye û heftê tenê 3 rojan vekirî ye. Şahidan anîn ziman ku li camên pêş ê kahwexaneyê wêneyê Pisîka Wanê û kevokan hatiye zeliqandin û hewhewa wê ya bazirganiye tune ye. Hat zanîn ku li vir cureyên kevokan ên wekî Papaganli, dumanli, kul dumani, Zeynep, sifir, kizil sifir, suslu kuyruklu kuşlar hene. Kesên ku li mala xwe kevokan xwedî dikin li vir kom dibin û bi qumara kevokan dilîzin.