NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê ji ber siyaseta birçîkirinê betalî û xizanî zêde dibe. Îran li ser bajarên kurdan polîtîkaya birçîbûnê dimeşîne û welatî ji ber birçîbûnê organên xwe difiroşin.
Rejîma Îran li ser bajarên kurdan polîtîkaya birçîbûn û betaliyê dide meşandin. Welatiyên ku bi xizanî û birçîbûnê re rû bi rû mane neçar dimînin ku organên xwe bifiroşin. Li hinek bajarokên wek Ciwanro yê bi ser bajarê Kirmaşan ve rêjeya bêkariyê gihiştiye ji sedî 46'an. Komeleya Mafê Mirov a Rojhilatê Kurdistanê têkildarî mijarê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê ji ber sedema hejarî û bêkariyê, firotina organan bi taybet firotina gurçikan zêde bûye û got: “Bêkarî, hejarî zêde bûye. Roj bi roj pêş dikeve jiyana welatiyan bandor dike. Li bajarokê Ciwanro yê ser bi Kirmaşan ve ji ber sedema bêkarî û hejariyê kesek temen 30 ku zewiciye, li cihên giştî wêneyek belav kiriye û diyar dike ku ew gurciskên xwe di firoşe.”