Hevşaredarê Findikê hat binçavkirin

STENBOL - Hevşaredarê Bajaroka Findikê ya girêdayî navçeya Bassa ya Şirnexê Ahmet Ece hat binçavkirin.

Hevşaredarê Bajaroka Findik a girêdayî navçeya Bassa ya Şirnexê Ahmet Ece li Stenbolê hat binçavkirin. Ece ku dema li navçeya Gaziosmanpaşa li mala xizmê xwe bû, di saetên serê sibê de polîsan bi ser mala xizmê wî de girt û Ece binçavkirin. Ece ku sedema binçavkirina wî nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Vatanê. Di 18'ê çileyê de Şaredariya Findikê hatibû desteserkirin û qeymeqamê navçeya Basa Osman Demîr weke qeyûm hatibû tayînkirin.