'Bersûcen doza 10'ê Cotmehê tenê ne 2-3 kes in'

ENQERE - 2'emîn rûniştina doza komkujiya 10'ê Cotmehê ya DAÎŞ'ê li Enqereyê 101 Qasidên Aştiyê qetil kir dest pê kir. Malbat, parazvanên mafên mirovan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî li pêş edliyê daxuyanî dan û gotin: “Bersûcên komkujiya doza 10'ê Cotmehê ne tenê 2-3 kesin. Ev doz dê bibe pîvana têkoşîna ratîn."

2'emîn rûniştina doza komkujiya 10'ê Cotmeha 2015’an ku DAÎŞ'ê li Enqereyê 101 Qazidên Aştiyê qetil kir li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dest pê kir. Malbat, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û siyasetmedar berî rûniştinê li ber avahiya edliyê kom bûn û daxuyanî dan. Beriya rûniştina dozê dest pê bike zêdebûna polîsan bal kişyand ser xwe. Malbat berî derbasî salona rûniştinê bibin siloganên "Qatil DAÎŞ, hevkar AKP" berz kirin. Hin nûrenên saziyên civakî yên navneteweyî jî hatin ber edliyê û piştgirî dan malbatan.

‘BERSÛC NE TENÊ DU-SÊ KES IN'

Li ser navê malbatan parêzer Îlke Işik, diyar kir ku di vê dozê de bersûc ne tenê du - sê kes in û wiha got: "Ev doz divê berfirehî bê nirxandin. Lê heta niha dozger ev tişt nekir û lêklînek fireh nekiriye. Em dixwazin bersûcan tevan kom bikin û bînin pêşberî dadger. Di vê dozê de piştî 16 meh şûnde birîndarên me bê bi axivin. Ji bo edaleta rastîn cihê xwe bibîne 10 sal jî derbas bibe em dê dozê bişopînin.

EM DÊ DOZÊ JI NÊZ VE BIŞOPÎNIN

Endamê Sendîkaya Verdî yê ji Almanya hat Holder Griebner jî axivî û wiha got: "Em wekî alîgirê aştiyê ji bo vê dozê ji nêzîk ve bişopînin hatin vir. Li aliyê din ji bo me hevrê û dostên xwe yên nêzîk winda kirin em pir xemgîn in. Ji bo komkujiya 10'ê Cotmehê em ne têkoşîna şer, em têkoşîna aştiyê didin. Em dibêjin aştî hema niha."

DÊ BIBE NÎŞANEYA TÊKOŞİNA RASTÎN

Seroka 10 Ekim-Derê Mehtap Coşgun jî anî ziman ku ji destpêka dozê heta niha wan ji bo edalet cihê xwe bibîne têkoşiyan û wiha got: "Her çend heta niha em rastî ruyê edaletê nehatine jî em dê têkoşin û piştevaniya xwe ya ji bo edaletê berdewam bikin. Em hevî dikin ku doza 10'ê Cotmehê bibe doza têkoşîna edaleta rastîn a yekem."

Li ser navê malbatên ku xizmên xwe winda kirin bavê Dicle Delî Faîk Delî jî anî ziman ku kesên li vir jiyana xwe ji dest dan armanc û daxwaza wan ew bû ku pêkanînên dijdemokratik bi dawi bibin û ew dê têkoşîna xwe li gorî ruhê têkoşîna bi rêxistin berdewam bikin.

BERSÛC ALTINTUG: KODÊ METÎN AKALTIN EBRÛ EYMAN E

Piştî malbat û nûnerên saziyên sivîl derbasî salonê bûh rûniştina dozê dest pê kir. Parêzerên kuştiyan bi hêjmarek mezin beşdarî rûniştinê bûn û parastinek fireh kirin. Yekem car dê 2 bersûcên girtî û 2 bersûcên serbest parastinê bikin. Piştî bersûc parastinê bikin dê malbatên kuştiyan piştî salek û niv derblas bû mafê axaftinê bigirin. Rûniştina dozê bi xwendina navên bersûc, parêzer û malbatên kuştiyan dest pê kir. Heyetê di destpêkê de daxwaza heyeta Çavdêriya Navneteweyî ya ji Baroya Bremen hatiye red kir.

HEVSERA DURGUN ESİN ALTUGU LI SALONA DADGEHÊ BÛ

Di rûniştina dozê de yekem car hevsera bersûc Halil Îbrahim Durgun a serbest tê darizandin Esin Altıntug beşdarî dozê bû û îfade da. Beriya çalakiya Halîl Îbrahim Durgun li ser hevsera Durgun Esin Altintug 3 hezar û 170 TL û 9 hezar û 461 dolar hatibû dîtin. Altintug, diyar kiribû ku Rêveberên DAÎŞ'ê komplo li hevserê wê Halîl Îbrahim Durgun kirine. Altintug parastin kir û wiha got: "Halil İbrahim Durgun hefteyek beriya komkujiyê tarza cilên xwe guhert. Hefteyek beriya çalakiyê min pêre hedîtin kir. Min nizanîbû Durgun Endamê DAÎŞ'ê ye. Dema me hev dît ji min re got ez dê biçim Stenbolê. Got karê min heye. Beriya ku biçe em êvarî bi hevre çûn AVM’ê. Cilên tarzek cuda ji bo xwe stend. Piştî çû me carek din hevdîtin nekir. Kesekî bi navê Deniz hefteyek şûnde name ji min re şand."

'MIN NEDÎT YELEKÊ BI BOMBE LI XWE KIR'

Altintug, diyar kir ku piştî demekê Durgun bi motosiklet hat malê û li mala Metin Akaltin bi cih bûye û wiha berdewam kir: "Em li malê jin cuda mêr cuda rûniştibûn. Piştî nimêja sibê hat. Dengê wî dihat û got "Te wisa kir. Bersîv neda. Min Metin Akaltin nedît min dengê wî bihîst. Metin Akaltin û Burak Ormanoglu bi hevre çûn marketê. Li dora malê liv û tevgera maşîneyan pêk hat. Halil cilê xwe guhert. Berê cigare nedikişand. Çû balkonê çigare kişand. Min got çi bûye bersîv neda min. Liv û tevger zêde bû û polîsan dora malê girt. Halîl ez û kurêmin xistin odeya Hatice Akaltin. Min nedît çek û teqemenî
xist destê xwe. Min nedît Halil yelekê bombe li xwe kir. min tenê çek di destê wî dît. Piştî wê nayê bîra min."

Altintug, da zanîn ku Halîl Îbrahîm Durgun berê pir araq vedixwar û wiha got: "Ji jiyana xwe ya şevê hez dikir. Pir vedixwar. Piştre bi carekê hat guhertin. Li malê sohbet didan. Halil Alçay, Yakup Karaoglu û Resul Demir beşdarî sohbetan dibûn. Li ser mijarên olî sohbet dikir. Got dê biçe Misirê perwerdehiya medreseyê bibîne. Çû misirê û 3 mehan min agahî jê negirt. Piştre carekê hat. Dema hat guherîbû. nerm bûbû.

'BERSÛC AKALTIN NAVÊ 'EBU EYMEN' LI XWE KIR

Altintug, diyar kir ku Bersûc Metin Akaltin kod navê "Ebu Eymen" li xwe kiribû û wiha got: "Dema ez bi diyafonê bi Metin Akaltin re axivîm got 'Ez Eymen,' navê Ebu Eymen li xwe kiribû. Dema wan sohbet dikir min dengê wan qeyd dikir û hevserê min ez girtim.