Doza Beştaş hate taloqkirin

EDENE - Doza parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş a li 21'emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê hat dîtin hat taloqkirin.

Doza parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş a Edeneyê ya bi îdiaya "Hikûmet û dewleta Komara Tirkiyeyê bi aşkera biçûkxistinê" hatiye vekirin hate dîtin. Beştaş a ku ji ber ku ji dosyayekî din girtî ye beşdarî dozê nebû, parêzer di dozê de amede bûn. Heyeta Dadgehê daxuyand ku di danişîna borî de ji bo îfadeya Beştaş bê dîtin ji navnîşana Beştaş a li Amedê nivîs hatiye şandin û Beştaş ji dosyayekî din girtî ye û ji ber vê yekê jî parastina wê nehatiye girtin.

Heyeta Dadgehê biryara ku Beştaş bi SEGBÎS'ê ve beşdarî danişîna bê bibe da û doz taloqî 22'yê adarê kir.