Perwerdehiya xizmetê ya navxweyî 'neqanûnî' hat dîtin

AMED - Parêzera Arslan Ozdemîr ê di doza "KCK'ê" de tê darizandin, Kezban Yilmaz diyar kir ku perwerdehiya xizmetê ya naxweyî ya ku muwekîlê wê di çarçoveya xebatên şaredariyê de daye wekî "xebatên îdeolojîk û rêxistinî" hatiye dîtin.

Doza ku di bin navê "KCK'ê" de der barê 154 siyasetmedarên kurd de hatiye vekirin li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hate dîtin. Di doza îro de parêzeran ji bo Heval Erdemlî, Arslan Ozdemîr û Ramazan Morkoç parastin kirin. Di dozê de ewil parêzer Kezîban Yilmaz axivî û parastina Heval Erdemlî kir. Yilmaz got ku delîlên der barê muwekîla wê de ji şîroveyan pêk tê. Yilmaz anî ziman ku ligel ku muwekîla wê li Şaredariya Êlihê hatiye peywirdarkirin jî ev yek wekî xebatê neqanûnî hatiye nîşandan.

Yilmaz ji bo Arslan Ozdemîr jî parastin kir û anî ziman ku muwekîlê wê civaknas e û li Yekîtiya Şaredariyên Başûrêrojhilat (GABB) wekî civaknas û pirsporê perwerdehiyê dixebite, ji bo endamên meclîsa şaredariyê, zabiteyan der barê xizmeta navxweyî de perwerde daye û ev yek wekî "xebatên îdeolojîk û rêxistinî" hatiye dîtin. Yilmaz xwest muwekîlên wê bên beraetkirin.

Piştre parêzer Nûşîn Uysal jî parastina Ramazan Morkoç kir. uysal diyar kir ku muwekîlê wê di komîsyonên rêveberiya herêmî û hilbijartinan de xebat meşandiye û ev wekî îlegal hatine dîtin û bi rêveberiya rêxistinê tê sûcdarkirin ev yek nayê qebûlkirin. Uysal destnîşan kir ku çûyîna muwekîlê wê ya derveyî welat jî di îdianameyê de sûc hatine nîşandan ev li dijî mafê azadiya gerê ya di qanûna bingehîn de ye.

'KURDÎ WEKÎ TEXRÎK HATIYE DÎTIN'

Uysal got ku di îdianameyê de tê gotin ku Hevserokê KCD'ê yê Berê Ahmet Turk axaftina ku di meclîsê de kiriye bi fermana muwekîlê wê ve hatiye kirin lê wê demê muwekîlê wê di Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê bûye. Uysal got ku ev di îdianameyê de axaftina bi kurdî ya Ahmet Turk wekî "texrîk" hatiye hesibandin û wiha axivî: "Li vî welatî bi milyonan kurd bi vî zimanî diaxivin. Axaftina bi kurdî wekî 'texrîk' dîtin tiştekî wehîm e." Uysal xwest muwekîlê wê bê beraetkirin.

Doz taloqî roja çarşemê hat kirin.