MÊRSîN - Li Tarsusê piraniya wan zarok 15 kesên ku hevalê xwe bi sirûda kurdî ji bo leşkeriyê rêwî kirin hatin binçavkirin.
Li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê O.E. yê diçû leşkeriyê bi hevalên xwe re çû Otogara Tarsusê. Piştî ku O.E. li otobusê siwar bû hevalên wî li pêşiya otobusê birîn û sirûda kurdî ya "Çerxa Şoreşê" xwendin.
Piştî ku sirûd hate xwendin otobusa ku O.E. le siwar bûbû riya xew berdewam kir û 15 kesên ku temenê wan ji 18 saliyê biçûktir in ji aliyê polîsên ku hatin otogarê ve hatin dorpêçkirin. Polîsan 15 kes binçavkirin.
15 kesên ku hatin binçakirin birin şaxa zarokan a Emniyeta Tarsusê.