Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm Mesud Barzanî ziyaret kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsum piştî li Silêmaniyê serdana Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) kir, li bajarê Hewlêrê serdana serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kir.

Li gorî agahiyên malpera fermî ya Serokkomariya Iraqê, Serokomarê Iraqê Fuad Mehsum piştî ziyareta li Silêmaniyê ya li gel YNK’ê, li bajarê Hewlêrê serdana serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesud Barzanî ziyaret kir. Li gorî agahiyên fermî yên di malpera serokkomariya Iraqê de hatiye parvekirin di vê serdanê de gelek mijarên sereke yên rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê eleqeder dikin, hatine guftugokirin. Di hevdîtinê de guhertinên li herêmê û cîhanê rû didin, bi taybet jî mijara pêşxistina pêwendiyên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û ya Herêma Kurdistanê de, rewşa siyasî ya herêma Kurdistanê û hilbijartinên ku divê di nava vê salê de bên çêkirin jî hatine destgirtin. Yek ji rojeveke din a hate destgirtin jî şerê li dijî DAIŞ’ê û pêvajoya piştî rizgarkirina bajarê Mûsilê ango parêzgeha Nînovayê bûye.