Di rûniştina doza 10'ê cotmehê de rageşî

ENQERE - Di rûniştina doza komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de arêzerên bersûc Abdulmuttalip Demir di encama çêr û neheqiyan de li dadgehê rageşî pêş ket. Demîr ji salonê hat derxistin.

2'emîn rûniştina doza komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê ku 101 kes lê hatin qetilkirin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê berdewam kir. Di rûniştina dozê de dadgehê biryar da ku Hevsera Halîl Îbrahim Durgun Esin Altintug bê girtin. Piştî biryara girtinê navber hat dayîn. Piştre Talha Guneş yê girtî anîn salona dadgehê. Guneş, diyar kir ku ew bawer nake ku di vê dadgehê de edalet pêk bê û wiha got: "Ji ber ku heta rêgezên îslamê neyên qebûlkirin ev pêk nayê. Beriya komkujyê nêzî 2,5 meh berê min li cem Halil İbrahim Durgun dest bi kar kir. Guneş, ani ziman ku bavê wî got li cem vî mirovî dest bi kar bike û wî jî dest bi kar kir. Guneş, diyar kir ku tu sucê wî tune û beraeta xwe xwest.
Guneş, da zanîn ku dema polîsan bi ser mala Abdulmuttalip Demîr de girt ew şê şevê li mala wan mêvan bû û wiha got: "Ez wê şevê li wir mêvan bûm. Tu eleqeya min û wan alavan bi hev tune ye. Ez ji bo ziyareta bavê xwe çûbûm Sûriyeyê. Ez di sala 2010’an de bi pasaporta xwe çûm. Ez di sala 2015'an de ji bo ziyareta bavê xwe çûm. Min tu perwerde li Sûriye nedit. Tu eleqeya min bi van rêxistinan tune ye. Min tenê têkildarî kar li cem Durgun têkilî danî.

Dema Serokê Dadgehê pirsa tu kengî çû Sûriyê Guneş, bersîva "Ez di Nîsana 2016'an de çûm" Lê berê gotibû di nîsana 2015'an de çûme.


Piştî îfadeya Guneş ifadeya Abdulmubtalip Demir hat guhdarkirin. Demîr, diyar kir ku her tiştî red dike û wiha got: "Tenê sûcê ku ez wekî bersûc têm darizandin ji ber ku ez misliman im. Dibe ku em çûbin mêvanên ev çi bi vê yekê ve heye? Hûn îro li vir min sucdar dikin. Lê beriya darbeyê we digot 'Xoce me pir bêriya te kiriye' Piştî darbeyê her tişt hat guhertin. Bersûc piştî parastinê çêr ji parêzer re kir û rageşî derket. Ji ber rageşiyê heyeta dadgehê bersûc Demîr derxist dervê salonê.

DER BARÊ BERSÛC HATîCE AKALTIN DE BIRYARA GIRTINÊ

Parêzera kuştî Haluk Karakoç, mafê axaftinê girt û û xwest bersûc Hatice Akaltin bê girtin. Dozger jî xwest Hatice Akaltin bê girtin. Heyeta dadgehê têkeildarî rûniştinê navber da û biryar da ku sibê bi îfadeyên malbatan berdewam bike.