MÊRDÎN - Ji rêveberên DBP'î Hasan Bozkurt, di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bozkurt ji aliyê malbata wî ve li Goristana Morîsê hat definkirin.
Hasan Bozkurt ê li beşa Têkiliyên Gel a DBP'ê de cih digirt, di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Dema ji Dîlokê ber bi Nisêbînê dihat, wesayîta Bozkurt tê de bû li navçeya Wêranşarê ya Rihayê qelibî. Bozkurt li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, Bahattin Danişman û kurê wî yên di qezayê de birîndar bûn jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Cenazeyê Bozkurt ji aliyê malbata wî ve li Goristana Morîsê hat definkirin. Piştî definkirina cenaze, gelek rêveberên HDP û DBP'î serdana şînê kirin.
Bozkurt ê ji salên 1990'î ve di nav siyaseta demokratîk de cih digirt, di heman demê de di dema Partiya Kedê ya Gel (HEP) de serokatiya navçeyê jî kiribû. Herî dawî Bozkurt 5 mehan girtî mabû û 2 meh berê serbest hatibû berdan.