Ji wekîlên HDP'î re 3 hezar û 126 sal ceza, 18 muebet xwest

ENQERE -Der barê hevserokên giştî û 10 parlementerên HDP'ê yên girtî de, 510 fezleke hene û li gel van fezlekeyan bi giştî der barê 55 parlementerî de 645 tawanbariyên cuda hene. Ji wekîlan bi giştî 3 hezar û 126 sal cezayê girtîgehê û 18 muebetê dixwazin.

Cezayê der barê parlementerên HDP'ê yên girtî tê xwestin diyar bû. Sererastkirina têkildarî "rakirina destnedayînan" a die meha Gulanê de li Lijneya Giştî ya Meclîsê derbas bû û di Hezîrana 2016'an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin, 55 parlemnter bandor ji vê sererastkirinê wergirtin.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di nav de der barê gelek parlementerên HDP'ê de bi giştî 510 fezleke hatine amadekirin. Di çarçoveya 645 sûcên cuda yên bûne mijara van 510 fezlekeyan de, der barê HDP'iyan de bi giştî 3 hezar û 126 sal cezayê girtîgehê û 18 caran muebet tê xwestin. Li gor hincetên fezlekeyan herî zêde der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş de ceza tê xwestin.

DER BARÊ DEMÎRTAŞ DE 486 SAL CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ Û 2 CARAN JÎ MUEBET TÊ XWESTIN
estin.
Der barê Demirtaş de, bi giştî 486 sal cezayê girtîgehê û 2 caran jî muebet tê xwestin. Der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdagê de jî 192 sal cezayê girtîgehê û carekê jî muebet tê xwestin. Der barê 53 partlementerên HDP'î de jî 2 hezar û 448 sal cezayê girtîgehê û 15 caran muebet tê xwestin.

Di koma HDP'ê ya 59 »arementerên wê hene, tenê der barê 4 parlementeran de fezleke tune ne. Ji 798 fezleyên li Meclîsê yên mayî jî; 145 jê der barê CHP'î, 46 jê der barê AKP'î û 20 jê jî der barê MHP'iyan de hatine amadekirin.

12 PARLEMENTER GIRTÎ

Tevî Hevserokên Giştî yên HDP'ê, 12 parlementer girtî ne. Tevî Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdagê, parlementer
Selma Irmak, Nihat Akdogan, Nursel Aydogan, Ferhat Encu, Gulser Yildirim, Abdullah Zeydan, Çaglar demirel, Besime Konca, Ayhan Bilgen û Meral Daniş Beştaş girtî ne.