Malbata Ocalan: Çareserî li gel Ocalan e

RIHA - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a têkildarî 18'emîn salvegera komploya navntewî 15'ê Sibatê de axivî, dest nîşan kir ku bi teslîmkirina Ocalan û sepandina tecrîdê re pirsgirêkên Tirkiyeyê kûrtir bûne û wiha got: "Çareserî li gel Ocaln e. Em dixwazin li gel me be."

Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, a têkildarî 18'emîn salvegera radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê, komploya 15'ê Sibatê de axivî, anî ziman ku komplo û tecrîda pê re xwe daye der li pêşiya çareserkirina pirgirêkên gelên Tirkiyeyê pirgirêka herî mezin e.

'ÇARESERÎ ZEHMET BÛ'

Xwarziyê Ocalan, Ali Ocalan got, zêdeyî 4 sal e Ocalan bi parêzerên xwe re, ji 5'ê Nîsana 2015'an vir ve bi Heyeta Îmraliyê û malbata xwe re hevdîtinê pêk nayine û anî ziman ku, bi komployê re radestkirina Ocalan a ji bo Tirkiyeyê bi xwe re pirgirêkên demokratîkbûyîn û pirsgirêka kurd zehmetir kiriye. Ocalan, diyar kir ku heke xalê wî Ocalan li derve bûna û tecrîda li ser bihatana rakirin dê pirsgirêk ewqas kûr nebûnan û wiha domand: "Piştî dewletê Rêber dîl girt çarserî zehmetir bû û rê li pêşiya çareseriyê hat girtin. Yê dê Tirkiyeyê ji kaosê rizgar bike û perspektîfan berpêş bike, tenê Ocalan e. Heke Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li derve bûna an jî niha li girtîgehê ne di bin tecrîdê de bûna, dê şert û emrcên Tirkiyeyê evqas ne giran bûnan. Herî kêm ev nêvenga kaos û şidetê dê nebûna."

'ÇARESERÎ LI GEL WÎ YE'

Ocalan, got di 18'emîn komploya navnetewî ya 15'ê Sibata 1999'an de rewşa Tirkiyeyê her diçe xerabtir dibe û wiha axivî: "Em wek malbata wî vê komployê şermezar dikin. Demeke dirêj e di bin tecrîdê de ye. Xwesteka me ew e ku demildest tecrîda li ser Rêber rabe. Di serî de malbata wî, parêzer û heyet pê re hevdîtinê çêbikin. Ev mafê mirovekî yê herî xwezayî ne. Fêda tecrîdê ne li dewletê ne jî li gel heye. Heke ev tecrîd bê rakirin, dê Ocalan karibe perspektîfeke ku rê li pêşiya Tirkiyeyê vebike berpêş bike."

'EM DIXWAZIN OCALAN LI GEL ME BE'

Ocalan, anî ziman ku sedema şerê li çar aliyê welat belav bûye tecrîda li ser Ocalan e û wiha axivî: "Ocalan ji bbo vî welatî şertên herî însanî tîne ziman, di navbera gelan de pirek e. Ji bo berjewendiyên hemû gelan, di serî de ji bo Rojhilata Navîn pêşnûma avêtin holê. Êdî em dixwazin Ocalan di nav me de be. Tecrîda ku dewlet disepîne, nîşaneya ku dewlet ji çareseriyê re girtiye nîşan dide. Heke Rêber ne di bin esaretê de bûna, dê li bajarên me evqas bûyer neqewimiyanan."

'DI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DE MIRIN TUNE BÛN'

Kurê xalê Ocalan, Mehmet Reşit Ocalan jî got ew komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin û wiha axivî: "Di pêvajoya çareseriyê de ne gerîla, ne leşker, ne jî sivîl tu kes nemirin. Ji xwe tecrîda li dijî kesekî girtî bi tu awayî nayê qebûlkirin."

'SAX E MIRIYE EM NIZANIN'

Ayn Zeliha Ocalan jî got, ji ber bi şev ew birayê xwe Ocalan difikire nikare têkeve xew û wiha domand: "Her çi qas temenê min derbas bûbe jî, ji be em ji birayê xwe tu agahiyî wernagirin, bi şev nikarim têkevim xew. Miriye sax e? Em nizanin. Divê hem em hem jî parêzerên wî bi wî re hevdîtinê çêbikin. Divê miriv bi emrê Xwedê bimirin, êdî em naxwazin tu kes bê kuştin. Heyf û xebînata ewqas ciwana ye."