MÊRDÎN - Li Nisêbînê, Taxa Zeynelabidînê ya piştî bi têlên rêsayî hat dorpêçkirin û paşê bi kepçeyan hat serobinokirin, niha li Mizgefta Molla Mûsa ya li nêv taxê bi tena serê xwe maye tê tadîlatkirin.
Li Nisêbîna Mêrdînê, di dema qedexyên derketina derve yên di navbera 15'ê Adar-25'ê Tîrmeha 2016'an de hatin îlankirin, 6 tax hatibûn taxrîbkirin. Di dema pevçûnan de taxên ku ji ber tank û topan hatibûn taxrîbkirin, piştî li navçeyê qedexe bi awayekî qismî rabû hawirdora navçeyan bi rêlên rêsayî hatibû dorpêçkirin. Taxên bi têlên rêsayî hatin dorpêçkirin piştî tank û topan, vê carê bi kepçeyan hatin rûxandin. Rûxandin ewil li Taxa Zeynelabîdînê ya nêzî sînorê Rojavayê ye dest pê kir û di encama vê rûxandinê de hat serobinokirin. Piştî rûxandinê, li taxê tenê Mizgefta Molla Mûsa ma.
Niha jî dest bi tadîlata mizgeftê hatiye kirin. Mizgefta ku li hawirdora wê tu mal û avahî nemane, bû cihê meraqê gelo dê kî li vê mizgeftê îbadetê bike.