AMED - 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku ji bo Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken , biryara AYM’ê ya ji bo parlamenterê CHP'ê Mustafa Balbay mînak da û serbest berda, ji bo Hevserokên Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag biryara berdewama girtinê da.
8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di 30'ê Çile de ji bo Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdris Baluken, biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) a di 2013'an de ji bo Parlamenterê CHP'ê Mustafa Balbay mînak nîşan da biryara berdana Baluken da. Parêzeran diyar kirin ku pêwiste ji bo 10 parlamenteren HDP’ê yên girtî jî heman biryar bê dayîn û wekîlên HDP'î bên berdan. Lê li şûna wekîl bên berdan di heman rojê de parlamenterên HDP'ê Meral Danış Beştaş û Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen jî hatin girtin. 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku ji bo Baluken ji heman dosyayê biryara biryara AYM'ê mînak nîşan da û serbest berda, ji bo hevserokên HDP'e Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag de biryara berdawama girtinê da û doz taloqî 3'ê Sibatê kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Çewlîkê di 4'ê mijdara 2016'an de hatibû girtin û li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat darizandin. Baluken ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandira ya Kocaeliyê girtî bû, di 30'ê Çileya 2017'an de di rûniştina yekem de serbest hat berdan. Baluken ji xalên 314/2 û 302 yên TCK'ê xalên 103/3 yên CKM’ê dihat darizandin. Heyeta dadgehê jî di 04/12/2013'an de li gorî biryara serlêdana hêjmar 2013/1272'an ku parlamenter serbest bên darizandin mînak nîşan da û biryara berdanê da.
Heman dadgeha 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Amedê de ji bo Hevserokên HDP'ê Demirtaş ku diheman dîrokê de hat girtin, îdîanameya ji 43 salan heta 142 salan, ji Hevseroka Giştîya HDP'ê Yuksekdag jî îdîanameya ji 30 salan heta 83 salan cezayê girtîgehê dixwaze qebûl kir. Li ser îtîraza parêzeran heyeta dadgehê der barê Hevserlokê HDP'ê Demirtaş de bi hinceta "ewlehiyê" biryara berdewama girtinê da. Ji bo biryarê bişînin Wezareta Dadê xwest biryarê dîsa bîşînin Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Dadgehê ji bo Yuksekdag jî biryara "bêşopandinê" da û biryar da ku dosyayê bişîne Enqereyê.
DADGEHA QANÛNA BINGEHÎN WEKÎLÊ CHP'Ê BALBAY BERDABÛ
Parlamenterê CHP'ê yê Îzmirê Mustafa Balbay ku ji doza Ergenekonê dihat darizandin û der barê wî de 34 sal cezayê girtîgehê xwestibûn ji aliyê Dadgeha Qanûna Bingehîn ve bi sedema "Mafe wî yê darizandina adîl hatiye binpêkirin" di 4'ê Kanûna 2013'an de biryara berdanê dabû. Balbay 2 sal û 4 mehan girtî hatibû darizandin.