ÊLIH - Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan diyar kir ku di referansumê de ewê bi ruhê 7’ê Hezîranê “Na” bi rêxistin bikin û wiha got: “Tu nirxên aîdî ÊLihê hene êrîşî wî kirin. Ji ber wê em ji Êlihê li gorî bajarên din benda ‘Na’ bi hêztirin.”
Xebatên HDP’ê yên ji bo rêxistinkirina “Na” ji bo referanduma ku dê di meha Nîsanê de pêk bê didomin. KCD, HDK, TJA û DBP’ê8 koordînasyonên ku bi hev re avakirin, HDP li 44 navendan dê dest bi xebatan bike û dê ji bo talûkeyên guhertinên qanûna bingehîn vebêjin parlamenterên xwe bişîne herêman. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan referandum nirxand û diyar kir ku ji bo gelê Êlihê bêje “Na” gelek sedemên xwe hene.
Aslan, da zanîn ku li Êlihê vîna gel tune hat hesibandin, qeyûm hat tayînkirin û wiha got: “Li Êlih û navçeyên wê hevserok û hevşaredarên wê ji kar hatin durxistin. Gelek karker ji kar hatin derxistin. Gelek esnafan deriyên dikana xwe girtin. Êrîşî çapemeniya herêmî kirin û gelek ji wan hatin girtin. Ger ji vê re bi dengek bihêz ‘Na’ bê gotin dê hikûmet û îktîdar ji vê jehrîbûna hêzê rizgar bibe.”
Aslan derbarê kampanyaya ku dê li Êlihê ji bo refernadumê bê pêkanîn de agahî dan û wiha pêde çû: “Bêyî ku em cudahiyekê bêxin nav em ê hincetên ‘Na’ ji her kesî re vebêjin. Çawa ku me beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê mal bi mal geriyan em ê di kampanyaya ‘Na’ de jî wiha xwe birêxistin bikin. Em ê bi jin ciwan û aliyên din ên civakê bi ruhê 7’ê Hezîranê xebatên xwe bidomînin. Em ê ji her kesê re vebêjin ku di nava ‘Na’ de rojên xwe û pêşerojek baş heye. ji bo em bêjin ‘Erê’ tu sebebên me tune ne, lê ji bo em bejin ‘Na’ gelek sedemên me hene. Kesekî ku ku wijdana wî hebe ji bo bêje Erê dê tu sebebên wî tune be. Îktîdar û çapemeniya alîgir ji bo mejiyê gelê me tevlîhev bikin weşanên xapînok dikin. Boykot di rojeva me de tune ye. Boykot tê wateya ‘Erê’. Ger deng neyê bikaranîn dê wekî ‘Erê’ bê qebûlkirin. Divê gelê me vê jibîr neke. Ji ber vê em ê biçin ser sindoqan û bêjin ‘Na’.”
'JI BO EM NEBIN ŞIRÎKÊ GUNEH Û ZILMÊ EM Ê BÊJIN NA’
Aslan, bi lêv kir ku hikûmeta ku bixêrbûnê qedexe dike tu xêr ji wê nayê û wiha pêde çû: “Ewqas ji Na’yê ditirsin ku peyamên ‘hayirli cumalar ve hayirli gunler’ li hilbijêrên xwe qedexe kirine. Ji bo em nebin şirîkê guneh û zilmê em ê bêjin Na. Li Êlihê di 7’ê Hezîranê de dengek mezin hat bidestxisitn, di referanduma nîsanê de dê denge ‘Na’ zêdetir bibe. Sedemên Êlihê li gorî bajarên din ên ku bêje Na zêdetirin. Tu nirxên aîdî Êlihê hene êrîşî wê kirin. Ji ber wê divê li Êlihê li gorî bajarên din ‘Na’ bihêztir derbikeve.”
'EV REFERANDUM NE MESELEYA PARTIYÊ YE’
Aslan, destnîşan kir ku ew ê ne tene ji hilbijêrên HDP’ê dê ji hilbijêrên partiyên din re jî hincetên ‘Na’ vebêjin û wiha got: “Ev referandum ne mesela partiye ye, ev meseleya gefa li dijî welatê me ye. Di guhertinên qanûna bingehîn de madeyekî ku aîdî gele tune ye. Hikûmeta AKP’ê eniya netewperest û nijatperst ava dike dixwaze bi vê eniyê biçe referandumê. Wekî gelê herêmê em dizanin ku me çi ji nijatperestan kişandiye. MHP jî ji bo tevlî van guhertinan bibe xwest hevserok û hevşaredarên me bên girtin û piştî hatin girtin MHP û AKP’Ê dest bi hevdîtinên qanûna bingehîn kirin. Divê gelê me vê baş bizanibe.”