Qet neçûne lê doz li wan hate vekirin!

AMED - Doza cemaweriyê ya der barê parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz û Ferhat Encu de hat vekirin, ji dêvla ku li cihê axaftin lê hatiye kirin, Cizîrê, bê dîtin dê li Çorûma ku kesê temaşeyî axaftinê kiriye bê dîtin.

Li ser giliya kesê bi navê Orhan Kuçuk Ozdemir ê bi riya Navenda Ragihandinê ya Serokwezîrtiyê (BÎMER) kir, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Çorûmê ve bi îdiaya "Bi awayekî aşkere tahrîkirina gel a ber bi kîn û dijminatiyê" der barê parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz û Ferhat Encu de lêpirsîn hatibû vekirin, lê vê carê di lêpirsînê de pirsgirêka "raye"yê derket holê. Lêpirsîna ku ji ber axaftinên televîzyonê yên Sariyildiz û Encu yên di 8'ê Sibata 2016'an de di dema "qedexeya derketina derve" ya navçeya Cizîrê de hatibû destpêkirin, ewil bi hinceta di nav sînorên qada darazê ya Enqereyê de ye biryara "bêrayetiyê" hatibû dayîn.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber çalakiya ku îsnatî wê tê kirin li navçeya Cizîrê pêk hatiye, biryara "bêrayetiyê" da û dosyeya lêpirsînê ji Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê re şand. Di encama lêkolîna lêpirsînê ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê hat kirin de, di biryara hincetê ya hat amadekirin de têkildarî axaftina Sariyildiz û Encu de wiha hat gotin: "Hatiye tespîtkirin ku tu îxbar li Muduriyeta Polîsan a Şirnexê, muduriyetên polîsan ên girêdayî Muduriyeta Polîsan a Şirnexê û Serdozgeriyên Komarê nehatine kirin." Li gel vê biryarê jî bi tawanbariya "Bi awayekî aşkere tahrîkirina gel a ber bi kîn û dijminatiyê" der barê wan de bi daxwaza cezakirinê doza cemaweriyê hat vekirin.

DÊ DOZ LI CIHÊ GILIYÊ BÊ DÎTIN

Lê belê dadgehê, biryar da ku dê doz li cihê gilî lê hatiye kirin bê dîtin. Ji ber Orhan Kuçuk Ozdemir li Çorûmê bi riya BÎMER'ê giliyê Sariyildiz û Encu kiriye, dadgehê jî dosye ji Dadgeha Cezayê Asliye ya Çorûmê re şand.

Ji ber vê vîdeoya ku di navnîşana “www.facebook.com/1660549544220927/videos/1666882223587659” de cih digire li Bîmerê giliyê her du parlementeran hatiye kirin.