2 sal in biryara doza îstîsmarê nehatiye dayîn

ÎZMÎR - Li Menderesê 2 sal berê 6 xwendekarên 6 û 11 salî rastî îstîsmara zayendî ya Adîl Ş. hatibûn. Doza li Ş. hatibû vekirin hêj bi encam ne bûye. Parêzer Nuriye Kadan, diyar kir ku hêvî dikin doza 2 roj şûnde bê dîtin encam derbikeve.

Li navçeya Menderesa Îzmîrê beriya 2 salan 6 xwendekarên ku temenê wan di navbera 6 û 11 salî de ye rastî îstîsmara mamosteyê bi navê Adîl Ş. ê 66 salî hatin. Ji Adîl Ş. bi sûcdariya “filmên ku têde zayendîtî heye” û “zarok îstîsmar kirine” 120 sal ceza hat xwestin û dirêjbûna dozê wijdana civakê diêşîne. Doza ku bi navê “mamoste Saadet” ku wê îstîsmar derxistibû holê tê nasîn dê di 9’ê Sibatê de bidome.

PIŞTÎ SALEKÊ HAT GIRTIN

Adîl Ş. ku salekê bêyî girtî hat darizandin sala dawî bi girtî tê darizandin. Di doza ku 1’ê Kanûna 2016’an hat dîtin de heyeta dadgehê, diyar kir ku di rapora zaroka bi navê B.Y. a ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê hatiye nîşan dide ku derûniya wê xirabûye û biryar li benda rapor 5 zarokên din bimînin da.

'EM DIXWAZIN SÛCDAR BÊ CEZAKIRIN’

Endama Lijneya Rêveberiya Baroyê û berpirsa Navenda Mafê Zarokan a Baroya Îzmîrê parêzer Nuriye Kadan derbarê dozê de agahî dan. Kadan, diyar kir ku zarok di aliyê derûnî û rihî de zirar dîtine, derbarê xirabûa tendirûstiya wan ji Tiba Edlî rapor hatiye û wiha got: “Zarok hêjî tedawiyê dibinin. Wekî baro em dixwazin di demek kin de ev doz bi dawî bibe û sûcdar bê cezakirin. Em li bendê ne di doza ku dê 2 roj şûnde bê dîtin de dozger mutalaya xwe bide û di rûniştina din de doz bi encam bibe.”

Kadan, anî ziman ku doz zêde dirêj dibin, lê divê wekî ya Karamanê ser dozê de neyê girtin û wiha pêde çû: “Doza Karamanê bêyî ku bê dîtin bi dawî bû. Ger doz digihije yekê ji bo belav nebin bi dawî dikin. Ev darizandinek normal nîne. Ji ber li vir berpirsyariya hinek saziyan hebû û diviya bû bihata lêkolîn kirin. Li holê bersûcek heye. dihizirin ku di cih de bên cezakirin û dozê bigirin. Saziyên li pişt vana bi tu awayî nayên cezakirin. Divê divan dozan de hemû berpirsyar bên cezakirin.”

Kadan, bang li raya giştî kir ku ji bo dozê bi hestiyar bin.