Dîcle ji bo wan deriyê debarê ye

ŞIRNEX - Masivanên Cizîrê, tevî sermaya zêde ji bo debarê dikevin Çemê Dîcleyê yê masiyan digirin.

Çemê Dîcleyê yê di nav Cizîra Şirnexê re derbas dibe, gelek welatî pê debara xwe dikin. Masîvan bêyî guh bidin sar û seqemiya zivistanê, dikevin çem û masiyan zevt dikin. Hin masîvan li kelekên ku ji lastîkên wesayîtan û teştan çêkirine siwar dibin û torên xwe li çem digerînin, hin jê jî heta navê dikevin çem û torên xwe davêjin.

PÛŞ Û PALAX ZORÊ DIDIN MASÎVANAN

Masîvanên ji şeveqê ve tên ber çem, li texma Pira Kevn torên xwe bi dorê davêjin çem û li nêz Pira Nû berhev dikin. Hin masîvan jî torên xwe ji şevê ve davêjin çem û sibehê wan berhev dikin. Masîvanên rojê bi nêvengî 20 kîlo masî zevt dikin, pûş û pelaxên ku li torên wan dilefin zorê didin wan. Pûş û pelax carinan dibin sedema qetandina toran û ji ber vê masiyên dikevin toran jî direvin. Li gel masîvanên bi toran tên cem, hin welatî jî bi şewkan masiyan zevt dikin.

Masîvan, masiyên zevt dikin li çarşiyê li ser dezgehên danîna difiroşin. Masiyên kîloya wan bi 7 TL'î ne, bala welatiyan dikêşin.