'16 mehin bêhna şewata cenazeyan li ber difinê min e'

ENQERE - Rûniştina doza komkujiya Enqereyê îro jî berewam kir. Ayşegul Duman a di Komkujiya Enqereyê de birindar bû behsa wê demê kir û got: “Bêhna şewatê ket difinê min. Lê piştre ez fêr bûm ku bêhna laşê hevalê min e. 16 mehin ew bêhn hêj li ber difinê min e. 16 mehin hûn bedeng in..."

2'emîn rûniştina doza komkujiya 10'ê Cotmeha 2015’an ku DAÎŞ'ê li Enqereyê 101 Qasidên Aştiyê qetil kir li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê di roja duyemîn de berdewam kir. Di rûniştina îro de şahid û birîndarên komkujiyê axivîn. Nûnera Egîtîm Senê ya Çerkezkoyê Ayşegul Duman a 15 salin mamoste ye ku di komukjiya Enqereyê de birîndar bû axivî. Duman, di parastinê de wiha got: “Ji bo Bekek Alan di deryayan de nefetisin û li peravan cenazeyên wan li holê nemînin. Ji bo dayikên leşker û polîsan negirîn. Em ji bo aştiyê hatin Enqereyê."

'16 MEH IN HÛN BÊ DENGIN'

Duman, behsa dema taqînê jî kir û wiha got: "Dema em daketin qadê, em ber bi kortejan ve dimeşiyan. 5 deqîqe şûnde dengê tekbirê hat. Pitî dengê tekbîrê dengê teqînê hat. Piştî teqînê ez bi telefonê li hevalê xwe geriyam. Lê hemû xetên telefonan qut bûbûn. Piştî teqînê ez ketim xwar. Bêhna şewatê hat min. Min got belkî bêhna gaza îsotê ye. Lê min nerî gaza îsotê tune ye. Min dema li derdora xwe nerî min fam kir ku bombe ye. Bêhna şewatnê hat min. Piştre min fam kir ku e bêhna bedena hevalên min ê şewitî ye. Ew bêhn hêj li ber difina min e... 16 mehin hûn bêdeng in...Em ji bo êdî dayik zarokên xwe winda nekin hatin vir. Min hewl da rabim ser xwe. Lê nakarîbûm rabim. Piştre hatin alîkariya min û gotin perçeyê Şarapnelê heye netirse. Ez saetekê rawestiyam lê Ambulans nehat. Di wê navberê de li şûna ambulans bê bombeyên gazê avêtin. "

‘EZ KÊFXWEŞ NEBÛM KU EZ DIJÎM'

Duman, destnîşan kir ku polîsan destûr neda ku birîndaran rakin nexweşxaneyê û wiha got: "Li pişt min ambulansa ji bo polisan rawestiya bû. Ji bilî wê tu polîs tune bûn. Saetek şûnde bedena me bi pankartên aştiyê birin xistin ambulansan. Polîsan rê neda me. Gelek hevalên me ji ber bombeyên gazê û astengiya polîsan jiyanaxwe ji dest dan. Ez ji wê qadê bi 5 bilyeyên ku li milê min kedibû derketim. Hevalên min bi rizgarbûna min kêfxweş in. Lê ez ne kêfxweş im. Lê ji ber ku hevalên min mirine ez ne kêfxweş im. Ez ji amîrê got 'Vana paqij bikin' bi gilî me. Ji ber ku berê îxbar hatibû kirin û tedbîr nehatin kirin ez bi gilî me. Ez ji kesê got 'An 400 wekîl an jî kaos' jî bi gilî me. Ez ji Serokwezîrê ku got piştî komkujiyê dengê me zêde bû jî bi gilî me."

'EZ JI WALÎ Û HEMÛ POLÎSAN BI GILÎ ME'

Meşdûr Ozer Ersan Degîrmencî ê ji Eskîşehirê hat serpêhatiyên xwe wina anî ziman: "Polîsên li dora salona Arena Sporê maşîne zîvirandin. Em jî meşiyan qadê. Ez di teqina eqil de birindar bûm. Bîlye li bedena min ket. Di teqina eqil de hişê min li serê min bû. Dema ez rabûm ser piyan yên ji min xerabtir hebûn. Piştre teqina duyemin pêk hat. Li pêş dûxan bilind dibû. Di wê navberê de polisan bombeyên gazê avêt. Hevalên me alîkarî xwestin. Ez ji qadê kaş kirim û derxistim dervê qadê. Dengê sîrenan dihat, lê destûr nedidan ku ambulans têkevin qadê. Piştre hişê min ji serê min çû. Piştî demekê dengê hevalên min hat. Ji polîsan re digot "Wisa nekin". Ez ji hemû polîs, rayedarên dewletê û Waliyê Enqereyê bi gilî me."

'HEVALÊ MIN JI BER GAZÊ MIR'

Endamê Sendikaya Ragihandinê ya Hevpar (BTS) Can Ateş jî anî ziman ku hevalên wê yên birîndar ji ber bombeyên gazê yên polîsan jiyanax we ji dest dan û wiha got: "Ez ji hemû polisan bi gilî me. Ez polîsên ku di ser cenazeyan re meşiyam bi gilî me. Me Ali Kitapçi winda kir. Hevalê min ê sendîkayê bû."