NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya operasyonên li dijî şaredariyên DBP’ê de qeyûm tayînî şaredariya Karazê hat kirin û Hevşaredarên Bêspîna Şirnexê hatin binçavkirin.
Piştî Hevşaredarê navçeya Karaza Amedê Affullah Kar hat girtin, bi fermana Wezîrê Karên Hundir û Walîtiya Amedê qeymeqamê navçeyê Yusuf Turhan wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin.
Hevşaredar Kar, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê yê Amedê ve hatiye destpêkirin de, di serdegirtinên malan ên28’ê Çikeyê yên li Karazê de hat binçavkirin û di 3’yê Sibatê de ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin.
HEVŞAREDARÊ BÊSPÎNÊ HAT BINÇAVKIRIN
Hevşaredarên bajarokê Bêspînê yê navçeya Silopiya Şirnexê Abdulgaffur Ruzgar, Suheyla Bungul hatin binçavkirin. Ruzgar û Bungul ên di serdegirtinên malan ên serê sibê de hatin binçavkirin birin Fermandariya Jendirmeyan a Silopiyê.
Derbarê hinçeta binçavkirina hevşaredaran de tu daxuyaniyek nehat dayîn.