EDENE - Endamê Şaxa Egîtim Sen'ê Hasan Buluş ku di komkujiya Enqereyê de birîndar bûbû, 7 rojin dibin çavan de ye.
Di operasyona li dijî Şaxa Egîtîm Senê ya Edeneyê de polîsan di 1'ê Sibatê de 22 endamên Egitim Senê binçav kiribûn. Endamê Egîtîm Sen'ê Hasan Buluş ê di komkujiya Enqereyê de birîndar bûbû jî 7 rojin di bin çavan de ye. Rêveberen Egîtîm Sendê ji bo Buluş bê berdan li avahiya Egîtîm Senê civîna çapemeniyê pêk anîn. Endam û rêveberên KESK, HDP, HDK, DAD û gelek saziyên civakî amade bûn. Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê Ahmet Karagoz diyar kir ku Endamê Wan Hasan Buluş ku li Dibistana Seretayî 4-c ya Yeşilevlera Seyhanê dixebite ji 1'ê Sibatê heta niha di bin çavan de ye û wiha got: "Lê niha destûr nadin parêzer biçin hevdîtina wî. Karagoz, AK Partî bi armanca tasfiyekirinê girtin û binçavkirina zêde dibe. Endamê me Buluş di komkujiya Enqereye de birîndar bûbû. Bi salan e ked daye. Em dixwazin endamê me serbest bê berdan.
Li Mêrsînê jî polîsan serê sibe bi ser malan de girt û Endamê Partiya Devrimci Gorkem Tugal binçavkirin û birin midûriyeta polîsan a Mêrsînê.