ÎDIR - Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Îdirê, bi dirûşmeya “Ji bo komarek demokratîk û welatekê hevpar Na” civîna gel li darxist û di civînê de Parlamenterê bajar Mehmet Emîn Adiyaman, axivî û diyar kir ku divê her kes bi rastiya xwe û bi hincetên xwe yên mafder bêjin ‘Na’.
Li Îdirê rêxistinên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) û Paritya Herêmên Demokratîk (DBP), bi dirûşmeya Ji bo komarek demokratîk û welatekê hevpar Na” civîna gel lidarxistin. Di cafeya bi mijara referandumê civîn hat li darxistin de pankarta “Ji bo komarek demokratîk û welatekê hevpar Na” hat vekirin. Di civînê de Parlamenterê bajar Mehmet Emîn Adiyaman, endama MYK’ê ya DBP’ê Semra Demîr, endama MYK’ê ya HDP’ê Arîfe Çinar, rêveberên HDP û DBP’ê amade bûn.
Axaftina vekirinê Hevserokê HDP’a bajar Hasan Sefa kir û diyar kir ku gel di 7’ê Hezîrana 2015’an de referandum qezenc kiriye, gel rejîma yek zilamî û yekperstiyê red kirye û bloka nijatperest li hev kombûye û dixwazin Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve bibin.
‘DU SEDEMÊN ME YÊN KU EM BÊJIN NA HENE’
Parlamenterê bajar Mehmet Emîn Adiyaman jî da zanîn ku dê pêvajoya referandumê qedera kurd û tirkan a 90 salî diyar bike û wiha got: “Ji bo me kurdan du wateyên NA’yê hene. Em ê bi Na du bersivan bidin. Dê bersiva me ya yekemîn ji bi gelên din re ji cuntayê bêjin Na be. Ya din jî em ê ji kesên ku dixwazin li Kurdistanê li ser dijmitiya kurdan re şer bidomînin re bêjin Na. Divê ev baş bê zanîn ku hemû kes ji xwe re dibêje Na. Divê her kes bi rastiya xwe û bi hincetên xwe yên mafder bêjin Na.”
‘BERPIRSYARIYEK MEZIN DIKEVE SER GELÊ ME’
Endama MYK’ê ya DBP’ê Semra Demîr anî ziman ku divê her kes bi kedeke mezin bixebite û wiha domand: “Divê em li kolan, qehwe, dibistan û her qadan bi ruhê seferberiyê em bixebitin. Dema em bêjin na em ê ji dîktatoriya mirovekê re bêjin Na.”
Herî dawî endama MYK’ê ya HDP’ê Arîfe Çinar, jî wiha axivî: “Îktîdara k udi 7’ê Hezîranê de bin ket ji wê rojê heta nihat dibêje ‘Ger ez nebim dê Tirkiye bikeve nav kaosê’. Ji wê rojê heta niha li tirkiyeyê qetlîam pêk tên. Ji ber vê divê em bêjin Na.”
Civîn biç epik û tîlîliyên jinan bi dawî bû.