ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu di rûniştina dozê de pirsa faîlên Sêvê, Fatma û Pakîze kir û xwest qetilkirina her sê jinên siyasetmedar were lêkolînkirin.
Rûniştina doza Parlementerên HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu û Aycan Îrmez li 1'emîn Dadgeha Cezayên Silhê ya Silopî hat dîtin. Encû bi SEGBİS'ê ji girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê tevlî dozê bû. Li salonê Parlementera HDP'ê ya Şirnex Leyla Bîrlîk, Endama Meclîsa HDP'ê Nûran Îmîr, xizmên Encu û parêzerên Encu û Îrmez amade bûn.
Piştî xwendina îdeanamayê, Encu dest bi parastina xwe kir.
Encu da zanîn ku ew parlementer e, mafê wî yê destnedayînê hêj berdewam dike û wiha axivî; "Girtina min û hevalên min yên din hemû siyasî ye. Bi girtina me, dest danîn ser vîna gelê kurd. Îdeanamaya hatiye amadekirin derveyî hiqûqê ye. Ji ber ku ez li girtîgehê têm girtin ji bo guhertina Qanûna Bingehîn min denga xwe bi kar neanî. Wek hemû siyasetmedaran cihê min ne girtîgeh e, cihê min Meclîsê."
Encu di berdewema axaftina xwe de got ku ji bo vîna wan li meclîsê neyê temsîlkirin ew îro li Meclîsê xebatên siyasî nemeşînin, hatine girtin û axaftina xwe wiha berdewam kir; "Di meclîsê de HDP partiya 3'yemîn e û bi dengê 6 mîlyon kesan hatiye hilbijartin. Ji bo ku em siyasetê baş dikin, em hatin girtin. Niha gelek parlementerên HDP'ê di zîndanan de tên girtin."
Encû bertek nîşanê tiştên ku îdeanameyê de hatî nivîsandin da û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di qedexeya 14'ê kanûna 2015'an de ez û Aycan îrmez li Silopiyan bûn. Hêzên dewletê bi giranî êrîşê gel kir, şerek giran li navçeyê hebû. Di şeva 4'ê çileya 2016'an de şer dijwar bû, polîsan anonsên taxan berdin dikirin. Ji ber ku şer dijwar bû, gel dixwest ji taxê derbikeve. Gelê ku taxa Şehît Harûn bê navber bi telefonê me digeran û di gotin: "Êrîş dijwar in em ê derbikevin." 3 jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir jî taxa Şehît Harunê bûn wan jî telefonê de got em ê derbikevin. Dema her 3 jin derketin hedef hatin girtin. Birîndar bûn û telefon dan gotin em birîndar in, hewara me werin. Li ser wê yekê min bi telefonê banî 155'ê kir. Ambûlans çû lê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Di 5'ê çileya 2016'ê gotin cenazeyê 3 jinan anîne nexweşxaneyê yek ji wan Endama DBP'ê Sêvê Demîr e."
Encû da zanîn ku ji bo ew biçin nexweşxaneyê telefonî 155'ê kiriye û pêde çû: "Ji bo ku em biçin nexweşxaneyê min telefon da Midûriyeta Polîsan a Silopî û me destûr ji wan xwest. Em wesayîtên xwe siwar bûn û çûn lê hêj ji bo nexweşxaneyê 200 metre mayî tîmên taybet rêya me girt. Bi seatan em sekinandin. Piştî hewildana em çûn nexweşnaxê lê tu cenaze nehatibûn nexweşxanê. Îdeanameya ku hatî amadekirin nayê qebûlkirin. Her 3 jin birîndar bûn lê piştre hatin înfazkirin."
Encû herî dawiyê got, ew sûcên der barê wî de tên nîşandan qebûl nake û wiha bi dawî kir: "Li navçeyê bê hiqûqiya herî mezin hêzên dewletê kiriye. Qedexeya derketina derve bê hiqûqî ye. Di qedexeyê de 28 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Piştî qedexeyê jî 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Divê der barê kuştina her 3 jinan de lêkolîn werin kirin dosyayên hiqûqî werin vekirin. Bila wan lêkolînan pêk bînin û faîlên her 3 jinan derxin holê. Sûcên ku di îdeanameyê de hatine gotin ez qebûl nakim.
Parêzerên Encu jî di parastina xwe de daxwaza beraeta Encu kirin.
Heyeta Dadgehê doza Encu û Îrmez taloqî 11 Gulana 2017'an kir.