REQQA - Berdevaka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmet bîlançoya 4 rojan a 3'emîn Pêngava Xezeba Firatê aşkere kir. Cîhan got: “Operasyon ji 2 baskanve pêş diçe. Em ê nefesa DAIŞ’ê li Reqayê biçikînin”
Berdevaka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmet di roja 4'an a 3'emîn Pengava Xezaba Firatê ya Azadkirina Reqqayê de daxuyanî da û bîlanço aşkere kir. Cîhan wiha got: "Pêngava 3`yemîn a Xezeba Firatê ku di 4`ê sibata 2017'an de destpê kir, ji 2 baskên bakur û rojhilat ve destpê kir. Baskê yekem ji gundê Xinêz ê Silûkê pêş hate destpêkirin. Ev bask 18 kîlometreyan pêş ve çû. Baskê duyemîn jî ji gundê Bîrbeha ya Mekmen destpêkir, li vir jî şervanê me 16 kîlometreyan pêş ve çûne û di navbera wan û navenda bajarê Reqqayê de 22 kîlometre maye. Herdû baskên hemeleya me nêzî hev bûne.
'ME DI ÇAR ROJAN DE GELEK PÊŞKETIN BI DEST XIST'
Cîhan da zanîn ku hêza wan di 4 rojan de gelek pêşketin bi dest xistine û wiha got: "Di van rojan de 9 gund û gelek gundik ji komên çete yên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Gelek cebilxane û wesayît leşkerî hatin desteserkirin. Her wiha 2 erebe yek ji wan bombebarkirî bû, 2 motrsklêt, balafirek keşfê û gelek bargehên leşkerî hatin rûxandin. Cenazeyên 18 çeteyan ketin destê şervanên me. Gundên Ebû Sûsa û Mixêzile ji aliyên şervanên QSD`ê ve hatiye dorpêçkirin û heta niha şer li wir didome. Ev gund jî di encama şerê dijwar de jî hate rizgarkirin Têkildarî mayînên ku çeteyê DAIŞ`ê li pey xwe çandibûn jî xebat hatin meşandin. Tîma Ramko 200 mayîn li tevahî bejahiyê û gundên hatine rêzgarkirin hatine paqijkirin. Gundê Mişêrfê û Bîrsaîd ji mayînên û bermahiyên çeteyan hatin paqaijkirin û rê hate dayîn ku gel vegere malên xwe. Bi sedan welatî vegeriyan. Li herdu baskan jî welatî ji aliyê şervanên QSD'ê ve têne rizgarkirin û li deverên bi ewle têne bicihkirin.
DÊ DI NÊZ DE HEMÛ MAYÎNAN PAQIJ BIKIN
Cihan herî dawî da zanîn ku DAIŞ`ê bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşî welatiyên ku ji ber zilma DAIŞ`ê berê xwe didan gundan, kir û di encamê de welatiyek bi giranî birîndar bû û şervanan welatî rizgar kirin û birin cihê bi ewle û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Tîma Ramko wê di demeke nêz de hemû mayînên ku li gund û bejahiyê hatine çandin bê bandor bikin da ku welatî di demeke nêzîk de vegerin gundên xwe. Pêngava 3`yemîn ya hemleya Xezeba Firatê dewam dike û armanca me ew ku bakur-rojhilatê Reqayê ji çeteyan rizgar bibe, hemû rêyên ku diçin Reqayê werin qutkirin û bi vê yekê jî wê çetyên DAIŞ'ê di bajar de werin fetisandin.”