Bersûcê doza Dink Yilmazer: Ji Engin Dinç bipirsîn

STENBOL - Rûniştina doza Gerînendeyê Weşana Gişti yê Agosê Hrand Dînk li Stenbolê berdewam kir. Di rûniştina dozêde Midûrê Şaxa C a Serokatiya Daîreya Îstîxbaratê Ali Fuat Yilmazer di hefteya duyemîn de îfade da. Yilmazer bal kişand ser rapora F4 a Hêjmar 10 û wiha got: "Ger ku tiştek bê kirin divê Trabzon bike. Hûn dê vê yekê ji Engin Dinç bipirsin.

11'emîn rûniştina doza qetilkirina Gerînendeyê Weşana Giştî ya Agosê Hrant Dink di roja 2'emîn de li Dadgeha Stenbolê ya Çaglayenê berdewam kir. Di rûniştina îro de Midûrê Şaxa C a Serokatiya Daîreya Îstîxbaratê Ali Fuat Yilmazer û Serokê Daîreya Îstîxbaratê Ramazan Akyurek amade bu. Îfadeya Yilmazer di hefteya duyemîn de berdewam kir. Yilmazer bal kişand ser rapora F4 a Hêjmar 10 û wiha got: "Ger ku tiştek bê kirin divê Trabzon bike. Hûn dê vê yekê ji Engin Dinç bipirsin. Diviya bû heta detbîr bihata girtin Dink li Stenbolê bihata parastin. Berterafkirina gefan peyvira me ya esîl e. Divê hesabê vê yekê bê pirsîn. Divê li vir li kusur û sedemê bê gerîn."


‘JI BO HRANT ÇI XWESTIN U NEDÎTIN?'

Yilmazer, helwesta îstîxbarata midûriyetê rexne kir û wiha got: "Ger ku bixwazin li arşivê binerin dikarin bi qasî deryayekê agahî kom bikin. Stnebolê xwest çi lêkolîn bikin û nedîtin? Ev ne pêkan e. Hemu agahiyên li wir hemû Tirkiye kengî bixwaze dikare bibîne. Tenê Hrand Dînk binivîsin bes e."

'DÎNK JI DÎNÇ BIPIRSIN'

Yilmazer, anî ziman ku di rapora F4 a Hêjmar 10'an de tê diyarkirin ku gefên li hemberî Dîng berdewam dikin û wiha got: "Di Rapora F4 a Hêjmar 10 de tê gotin ku gef ji rovê derketiye. Xwestî qet nehata nivîsandin. Rapora F4 ji aliyê Mehmet Ayhan û Muhittin Zenit ve hatiye nivîsandin. Erhan Tuncel diyar dike ku Yasin dest ji cînayetê berdaye. Min bi dehan caran xwend û min wiha fam kir. Trabzon ev rapor wiha şand ji Stenbolê re û gotin gef ji holê rabûye. Lê Yasin Hayal tu carî ji fikra xwe gav paşve neavêt. XWesti nehatiba nivîsandin. Ger ku tiştek hatiba kirin divê Trabzon kiribûya. Dive hûn vê eykê ji Engin Dinç bipirsîn.

'BAJARÊ KU BIŞOPANDINA DEST JÊ BERDA'

Yilmazer, li ser pirsa dadger a "Ger ku navê Hrant Dink di ewraqan re derbas bûna dê hûn bêtir baldar negirtina' bersîv da û wiha got: "Dema ku em li ewraqekî binerin nerînek me heye. Agahiya hemû Tirkiye ji atmosfera gefê hebû. Bajarê ku dişopîne dibêje dest jê berda. Di hêjmara 9'an de delila şênber a gefê heye. Di Hêjmara 10'an de pêdivî bi tedbîrê negirtiye. Dema min ev ewraq dit, ez fikirim ku em Hrant Dink biparêzin. Yê me sistematikek me ya wisa tune ye. Diviya bû Trabzon vê yekê bike. Li gorî min Hêjmar 10 a F4 sexte ye. " Dema Dozger pirsa "Ji vê nivîsê gotina 'Yasin Hayal dest ji çalakiyê berda' derdikev holê' Yilmazer bersîva "Nayê bira min ku min ev xwend an nexwend. Kesên rapor nivîsandine fikirîne ku dest ji çalakiyê berda ye. Ev 10 sal berê pêk hatiye. Ger ku hûn vê yekê meraq dikin Engin Dinç bigirin. Hûn çima ji wî napirsin. Tiştê ku min kir min kir. Kêm be jî kesên ku tiştek nekiribin heye. Hûn çima bi ser wan de naçin. Karê Engin ev e. Çima ji Stenbolê bersûc li vir tune ye. Li gorî min rapora hêjmar 10 a F4 sexte ye. Ji bo xwe ji vê mijarê rizgar bike hatiye nivîsandin. Engin Dinç ev yek kiriye.