Li Mêrdînê starta kampanyaya 'Na'yê hat dayîn

MÊRDÎN - Rêxistinên DBP û HDP'a Mêrdînê ragihandin ku ew ê têkildarî referandûmê "Na"yê birêxistin bikin û bi gel re hevdîtinan çêbikin.

Rêxistinên DBP û HDP'a Mêrdînê têkildarî referandûmê dest bi xebatan kirin. Di civîna çapemeniyê ya li avahiya HDP'a bajêr hat çêkirin de Hevserokê HDP'a Mêrdînê Ali Aslan axivî. Aslan, got ew ê her roj li navçeyekê hevdîtinekê çêbikin û "Na"yê birêxistin bikin.

‘DÊ ÇARENÛSA GEL NE GIRÊDAYÎ GOTINA NAV DU LÊVAN BE'

Aslan ê sedemê çima dibêjin "Na" rave kir û wiha got: "Ji bo bihevrebûna gelan, ji bo paşvekişandina derbeya li dijî gel pêk hat, ji bo çarenûsa gelan ne girêdayî gotina nav du lêvan be em ê bibêjin 'Na'. Ji sibê û pê ve em dakevin nava gel û tevê gel mal bi mal bigerin û rêxistinbûyîna xwe çêbikin."

Aslan, got ew ê sibê bi beşdarbûyîna rêveber û parlementerên HDP û DBP'ê li Stewrê, Nisêbîn, Qoser û Artûklûyê serdana esnafan bikin û civînên gel çêbikin û anî ziman ku, wek hilbijartnên din ew ê komîsyonên hilbijartinê çêbikin.

'REJÎMA YEKZILAMÎ JI BILÎ ANÎNA ROJÊN TARÎ BI KÊRÎ TIŞTEKÎ NAYÊ'

Aslan, anî ziman ku dê rejîma yekzilamî ji bilî rojên tarî tiştekî din neyîne û bang li her kesî kir da biçin ser sindoqan. Aslan, dest nîşan kir ku neçûyîna ser sindoqan tê wateya "erê" û wiha got: "Divê gelê me nebêje, 'Em biçin ser sindoqê çî ye, neçin çî ye?' Neçûyîn di refrandûmê de tê wateya 'Erê'. Ji bo pêşerojeke demokratîk divê em li ehr derî 'Na'yê birêxistin bikin."