Bersûcê zaroka 9 salî îstismar kir hat girtin

ÎZMÎR - Li navçeya Bornova ya Îzmîrê, rûniştina duyemîn a doza Yagmur K. (9) a rastî tacîza zayendî ya kalikê hevala xwe Tuncay Çinar hat û paşê bi qeyrana dilî jiyana xwe ji dest da pêk hat. Di rûniştinê de heyeta dadgehê biryara girtina bersûc Çinar da.

Li Bornovaya Îzmîrê, Yagmur K. a 9 salî rastî tacîza zayendî ya kalikê hevala xwe Tuncar Çinar hatibû, lê Yagmur K. hîn 2 roj ji rûniştina yekemîn a dozê re mabû, qeyrana dilî derbas kir û jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî Yagmur K.'yê bi tawanbariya "Îstismarkirina zarok" doz hatibû vekirin. Duyemîn rûniştina dozê li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê pêk hat. Dê, bav û parêzerên Yagmûrê û bersûc Çinar ê bêyî girtin dihat darizandin, rêxistinên jinan li rûniştinê amade bûn.

BERSÛC TAWANBARÎ RED KIRIN

Di rûniştina dozê de, ewil îfadeya bersûc Tuncay Çinar hat girtin. Çinar, anî ziman ku ew tawanbariyan qebûl nake û îdia kir ku mexdûre hevtemenê neviya wî ye û ji bo tiştekî wisa hewldaneke wî çênebûye.

Piştî îfadeya bersuc, îfadeya Yagmur K. a li muduriyeta polîsan dabû hat xwendin. Yagmur di îfadeya xwe de, îstismara zayendî ya rastî wê hatibû bi hûrguliyana vegotibû û di îfadeya xwe de gotibû, dema wan lîstik dilîst hevalên wan şer kiriye û di vê kêliyê de bersûc ew biriye odeyê û li ser nivînan ew îstismar kiriye.

'DAYÊ EZ Ê TIŞTÊN DI BÎRA XWE DE ÇAWA PAQIJ BIKIM'

Piştî xwendina beyana Yagmûrê, bavê wê Tamer K. îfade da û dest nîşan kir ku, keça wî bi girî hatiye malê, tiştên hatiey serê wê vegotiye û zaf tirsiyaye. Bav K. anî ziman ku, derûniya keça wî xerab bûye û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye û ew ji bersûc gilîdar in.

Dayik Fikriye K. jî di beyana xwe de wiha got: "Keça min bi girî hat malê. Bûyerê vegot. Wê dirêjî ser nivînan kiriye û dest dayê. Ji keça min re gotiye heke tu ji malbata xwe re nebêjî, ez ê ji te re pitikekê bikirim. keça min zaf tirsiya bû. keça min ji tirsa direhilî. Keça min ji min pirsî, 'Dayê gelo bi gotina van tiştan re min baş kir an na?' Piştî bûyerê derûniya keça min xerab bû û me ew tedawî kir. Tim direhilî. Bi şev bi tenê nikaribû rakeve, bi xwe de dikir. Ji min dipirsî 'Dayê ez ê tiştên di bîra xwe de çawa paqij bikim.' Ji ber nikaribû bi stresê jiyana xwe ji dest da. Gilîdar im."

DADGEHÊ BIRYARA GIRTINA WÎ DA

Parêzerên muştekî daxwaza girtina bersûc û guhdarkirina tekane şahidê bûyerê, neviya bersûc G.A kirin.

Heyeta dadgehê biryara xwe ya navberdayînê da û di vê biryarê de biryara girtina bersûc da û ji bo rûniştineke din jî bi refaqatiya pedagogagn biryara guhdarîkirina şahid G.A'yê dan. Dadgeh taloqî 22'yê Adarê hat kirin.