STENBOL - Parlementera HDP'ê Dilek Ocalan a dema ji bo çûyîna Îtalyayê hat balafirgehê û hat binçavkirin, piştî îfadedayînê serbest hat berdan.
Parlementera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan, dema danê êvarî saet di 17.00'an de ji bo biçe bajarê Mîlano yê Îtalyayê hat Balafirgeha Ataturkê, li balafirgehê hat binçavkirin. Ji ber axaftineke xwe ya di merasîma cenaze ya li Wêranşarê ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ve biryara zevtkirina Ocalan hat dayîn û li ser vê hat binçavkirin. Ocalan piştî îfadedayîna li Dozgeriya Bakirkoyê serbest hat berdan.