ÊLIH- Mehmet Zekî Devşîrcî yê êlihî ku bi tecrubeyên xwe yên 40 salan hesin dikute û vî karî ji bo xwe wekî karê zarokan bi nav dike. Devşîrcî yê bi pîşeya xwe ya gelek kedê dixwaze ve debara malbata xwe dike sirên pîşeya xwe ji zarokên xwe re vedibêje û bi vî rengî dide jiyankirin.
Li Êlihê hesinkarê herî kevn ê bi navê Mehmet Zekî Devşîrcî (67) ligel temenê xwe kutana hesin didomîne. Devşîrcî yê 40 sal in pîşeya xwe didomîne diyar kir ku karê wî giran e lê qezenca wî baş e. Devşîrcî yê li dikana xwe ya li taxa Mehtabê xizmetê dide wiha got: "Ji bo ku pîşeya min winda nebe hînî 2 zarokên xwe kir. Piştî min dê pîşeya min bidomînin. Ji bo hesinkarî winda nebe dewlet mehaneyê bide hesinkaran û riya hînkirina ciwanan veke."
'AMÛRÊN ÇANDINIYÊ ÇÊDIKIM'
Devşîrcî da zanîn ku hesinkarî ji dema Hz. Davut heta niha tê kirin û wiha berdewam kir: "Li Êlihê 40 sal in hesinkariyê dikim. Yê herî kevn ez im. Karekî pir zehmet e. Berê hesin li ber agirê ocax dihat helandin, pişte ji bo teşe bidin bi saetan me hewl dida ku teşe bidinê, me dikuta, Ez amûrên çandiniyê yên wekî çakûc, das, tirpan, teviran çêdikim."
'40 SAL IN BI VÎ PÎŞEYÊ DEBARA MALBATA XWE DIKIM'
Devşîrcî da zanîn ku bi pêşketina teknolojiyê ve makîneyekî bi navê "Şahmerdan" derketiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo ku teşe bidin hesinê li ser agir tê helandin em şahmerdanê bi kar tînin û bi vî re teşe didin hesin, amûran çêdikin. Hesinkarî karekî zehmet e lê ligel vê yekê jî dahata wî baş e. 40 sal in bi vî pîşeyî debara malbata xwe dikim. Heta ku li ber deriyên hinekan karker bim li vir bi kutana hesin debara xwe dikim. Dema ku mirov di vî karî de bibe pispor dê bi rehatî debara xwe bike."
'JI BER KU PÎŞEYEKÎ GIRAN E KES NIKARE HÎN BIBE'
Devşîrcî destnîşar ku ji ber hesinkarî karekî giran e kesek naxawze bike û wiha got: "Ger wisa bidome dê hesinkarî tune bibe. Divê dewlet mehaneyê bide van hesinkaran. Hesinkar jî vî pîşeyî divî hînî ciwanan bikin. Ez dikarim hemû tiştên ku dibînim çêbikim. Teşedayîna hesin ji bo min wekî karê zarokan e lê ji bo kesên ku nû dest bi vî karî dike wekî îşkence ye."
Devşîrcî da zanîn ku sirekî her hesinkarekî heye û wiha axivî: "Mînak dema bivir çêdikim hin sirên min hene. Piştî ku bivir tê çêkirin dê çawa bê disûkirin û çiqas av bê dayîn sir e. Her hesinkar li gorî xwe eyara vê dike. Sirên hemû malzemeyan hene û hesinkar sirên xwe bi kesekî re parvenakin."
Devşîrcî da zanîn ku amûrên çandiniyê yên ku kargehan tê çêkirin ji ber madeyên xam tên çêkirin saxlem nînin lê amûrên bi destan tên çêkirin gelekî saxlem in ji ber ku hesinê tê bikaranîn cuda ye.
HÎNÎ KURÊN XWE KIRIYE
Devşîrcî diyar kir ku komira ku ji bo helandina hesin tê bikaranîn cuda ye û wiha axivî: "Min ev pîşe hînî 2 kurên xwe kiriye. Dê di nava demê de hîn bibin û bibin hoste. Ew ê jî pîşeya bavê xwe hesinkariyê bikin û ew ê jî hînî zarokên xwe bikin, pîşeya bavê xwe dê bidin jiyankirin."