MÊRSÎN - Hediye Eren û Mesude Şahîn ên ji Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê derketin diyar kirin ku binpêkirinên li dijî girtiyan her diçe zêdetir dibe li dijî pêkûtiyan girtiyên jin amadekariya greva birçîbûnê dikin.
Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê ku di demên dawî de bi binpêkirinan tê rojevê Hediye Eren û Mesude Şahîn ên ji wir derketin rewşa girtîgehê vegotin.
Eren da zanîn ku li qawişên 40 kesan 90 kes dimînin û girtî mecbûr dimînin li erdê razên. Eren anî ziman ku di şertên zivistanê de li ser betonê radizên û ji ber ku pirsgirêka germbûnê nayê çareserkirin girtiyên bi nexweşiyan re rû bi rû dimînin.
LI DIJÎ SERMAYÊ TÊDOKOŞIN
Eren got ku li qawişa ku 90 kes dimînin de yek li serşokê yek jî li qawişê 2 sobe hene û ji bo hefteyekê ji kesekî re darek didan, darên ku didin jî avê germ nakeb Eren anî ziman ku li girtîgehê qadên hevpar hatine girtine û girtî nikarin derkevin, li qawişekî din jî girtî li dijî bihokan têdikoşin. Eren da zanîn ku li muslixan jî bihok derdikevin û jinan piştî mehekî ji bo bihokan çareyek dîtine.
Eren got ku di çûn û hatinên nexweşxaneyê de ji ber ku bi kelepçe muayene tê ferzkirin girtî vê yekê red dikin ji ber vê yekê jî nikarin derman bibin, yên ku diçin revîrê jî bêyî bên muayenekirin vedigerin, ji bo hevalên xwe yên nexweş dema ku agahî didin peywirdarên rewîrê jî tiştek nayê kirin, xebatkarên tenduristiyê yên girtîgehê bi destan kontrol dikin û dibêjin nexweşiyek nîne.
'AMADEKARIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIKIN'
Eren got ku girtiyên jin li hemberî van pêkanînan biryara çalakiyê gritine, herî dawî ji bo greva birçûnê bidin destpêkirin nîqaş kirine ger ku rewş neguhere dê dest bi greva birçîbûnê bikin, ji bo vê biryar gritine.
Mesude Şahîn a ku gotina "dema ku jin dixwazin têbikoşin an li dervê tên qetilkirin yan jî davêjin zindanan, rewşa jinan li vî welatî ev e" bi kar anî jî anî ziman ku li girtîgehê ligel pêkûtiyan jî jin xwe perwerde dikin û bi vî rengî li ber xwe didin. Şahîn wiha got: "Çar diwar be jî, du diwar be jî dê hemû jin bijîn û bidin jiyankirin. Nikarin bên dîlgirtin. Min li girtîgehê ev berxwedana jinan dît."