Piştî 4 rojan cenaze dan, lê ambulans nedan

WAN - Cenazeyê Hediye Ataman ku li mala xwe ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hat şewitandin û 4 rojin li nexweşxaneyê tê girtin, radestî malbatê kirin. Rayedaran piştî 4 rojan cenaze dan malbatê lê anbulans nedan malbatê.

Di 18'ê Mijdarê de li gundê Eganîsê ya Erdîşa Wanê mala aîdî welatiyê bi navê Ahmet Ataman ji aliyê polîs û leşkeran ve hat şewitandin. Di şewate de Hediye Ataman jiyana xwe ji dest da. Piştre cenazeyê wê ji bo otopsiyê şandibûn nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Dursun Odabaşi. Îro birayê Hediye Ataman Harun Polatcanli piştî cenazeyê xwişka xwe teşhîs kir cenaze wergirt. Malbatê piştî cenaze girt xwestin bibin Ercişê Rayedarên nexweşxaneyê cenaze dan, lê ambulans nedan. Piştî ambulans nedan, malbatê bi derfetên xwe cenazeyê Hetiye wergirtin û birin Erdîşê.