Ceza dan girtiyên ku kart qebûl nekirin

ÎZMÎR - Li girtiyên li Girtîgeha Şakranê ji ber ku kartên li ser "terorîst" dinivîsîne qebûl nekirin rastî cezaya disîplînê hatin û qedexeya hevdîtinan hat dayîn.

Li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ya li navçeya Alîaga ya Îzmîrê pêkûtiyên li ser girtiyên siyasî her diçe zêdetir dibe. Tê ferzkirin ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 4 ji ber ku kartên li ser "terorîst" dinivîsîne bigirin li ser xwe. Girtiyên ku ev pêkanîn qebûl nekirin ji aliyê îdareya girtîgehê ve rastî cezayên dîsîplînê hatin û qedexeya hevdîtinê hat dayîn.

Hat hînbûn ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 girtî ji ber ku stranên kurd^istran li hemû qawîşê ceza hatiye birîn, li qawîşa zarokan jî gardiyanan "Ev der Komara Tirkiyeyê ye" axaftina tirkî ferz kirine her wiha li girtîgenê pêkanînên wekî lêgerîna tazî, hejmara leşkerî, bi şev serdegirtinên qewûşan, qedexeya hevdîtinan, neribina bijîşk, li hewşê pêlav derxistin û dane pêkirin li ser girtiyan tê ferzkirin.

JI BO WEZARETA DADÊ BANGAWAZÎ

Berdevka Însiyatîfa Piştevaniya Zindanan Selma Altan diyar kir ku piştî OHAL'ê li girtîgehan pêkûtî zêde bûne ev yek berdewama pêkûtiyên li derve ye. Altan destnîşan kirku li Girtîgeha Şakranê pêkûtî zêdebûne û xwest li hemberî vê yekê banga bihistiyariyê kir. Altan wiha got: "Em banga bihistiyariyê li Wezareta Dadê dikin. Ev nehiqûqî qanûnî nînin û em van pêkanînan qebûl nakin. Girtiyên me 'terorîst nînin' çima wan kartan qebûl bikin. Ev pêkanîn li gelek girtîgehan tê ferzkirin. Li derve qala demokrasiyê dikin li hundir demokrasî tuneye."

Li aliyê din rayedarên Girtîgeha Şakranê têkîldarî mijarê diyar kirin ku ew nikarin agahî bidin.