WAN - Îdianameya der barê nûçegîhanê DÎHA ya hat girtin Erdem Muhirci ya bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat amadekirin, hat qebûlkirin. Di îdianameya ku tu delîlên berbiçav tune ne, der barê Muhurcu de heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.
Îdianameya der barê nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Erdem Muhirci yê girtî, piştî 7 mehan şûnde hat amadekirin û ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat qebûlkirin. Nûçegîhanê navçeya Elbakê Muhirci yê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin bi îdiaya "Endamê rêxistina çekdar" tê tawanbarkirin. Der barê Muhurci yê tu delîlên berbiçav tune ne de, heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Di dosyeya Muhurci de tenê delîlek tê nîşan dan; tê derpêşkirin ku di operasyona leşkerî ya Zozana Şîreşê ya Mezrika Yavrûcakê de di hêwirgehekê de materyalên rêxistinî hatine bidestxistin û tê îdiakirin ku di van materyalan de navê Muhirci jî heye.
CEBILXANE TUNE, LÊ BAHANE HEYE!
Di îdianameyê de tê derpêşkirin ku, di nav dokumanên hat îdikairin li hêwirgehê bi dest ketine de têkiliya rojnamger Muhirci bi PKK'ê re heye û bernavê "Dojeh Dijwar" bi kar aniye. Di îdianameyê de hat îdiakirin ku PKK'yiyan cebilxane daye Muhirci û wiha hat gotin: "Di materyalên der barê gumanbar Erdem Muhirci hatine zevtkirin de agahiyên nasnameya wî yên wek sicîlê tên tabîrkirin cih girtine û hat fêmkirin ku bernavê "Dojeh Dijwar" bi kar aniye û hejmarên rêzê yên cebilxaneya ji bo wî hatiye dayîn tê de cih digirin."
BELGE TUNE NE
Di îdianameyê de der barê hejmara rêzê ya cebilxaneyê de tu tişt nayê gotin û tê diyarkirin ku, di lêgerîna mala Muhurci de tu tiştkî sûc teşkîl bike nehatiye dîtin. Di îdianameyê de tu delîlên berbiçav tune ne û her wiha bi awayekî aşkere tê fêmkirin ku der barê wê cebilxaneya xeyalî ya ku tê îdiakirin Muhircî li ser xwe gerandiye tu delîl û belge tune ne.
Dê yekemîn rûniştina doza Muhirci di 28'ê Sibatê de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin.