CENEVRE - Saziya Tiba Edlî ya Swîsreyê, lêkolîna xwe ya li ser bermayiyên perçeyên ji Berjîn Demîrkaya ya ku li Cîzrê tevî komek hevalê xwe hatibû kuştin temam kir. Tespîtên di raporê de, îdiayên "kesên li jêrzemînê pêşî hatine kuştin, paşê jî hatine şewitandin" zeximtir û piştrast dikin.
Saziya Tiba Edlî ya Swîsreyê (CHUV) ku li cîhanê di qada Tiba Edlî de tê naskirin, rapora xwe ya têkildarî kuştina Berjîn Demirkaya ya li Cizîrê tevî komeke hevalên xwe li jêrzemîna avahiyekê hat şewitandin û kuştin temam kir. Di Adara 2016'an de ji 3 perçeyên biçûk ên ji Demirkayayê man li ser yekî jê analîz hatin kirin. Analîzên hatin kirin awayê kuştina mirovên jêrzemîna Demirkaya tê de bû û kuştina mirovên jêrzemîna din û vegotinên şahidan piştrast dikin.
Di rapora 36 rûpelî de, ji bo bê tespîtkirin perçeyên ji Demirkayayê mane aîdî kuderê bedena wê ne, keşfên Antropolojî, Analîza Genetîkî, Toksîkolojiyê û ûnîteyên Kîmyaya Edlî biencam bûn û niha ev keşfên van ûniteyan tên analîzkirin.
JI PERÇE GULE DERKET
Di raporê de tê îfadekirin ku, li gor lêkolînên li ser perçe perçeyekî metal ê bûçûk hatiye dîtin û îhtimal zêde ye ku ev perçeyê metalî yê guleyekê ye; çimkî perçeyê metalî yê tê behskirin ji amêjena ku di çêkirina guleyan de tê bikaranîn çêdibe.
PERÇEYEKÎ KOMIRÎBÛYÎ
Di raporê de tê diyarkirin ku, perçeyê behsa wî tê kirin ji ber zaf biçûk e û bi temamî rastî dehîdratasyon û karbonîzasyona rûkalî (windahiya şelavî û komirîbûnê) bûye, tespîta aîdî kuderê bedenê ye zehmet e, lê tê diyarkirin ku perçe ji masûlke û hestû pêk tê.
Perçeyê metalî yê di perçeyê mayî de hat tespîtkirin û tê îfadekirin ku aîdî guleyekê ye, windahiya avê ya bedenê û awayê şewitandinê, îdiayên ku mirovên li wir pêşî hatine kuştin û paşê hatine şewitandin zeximtir û piştrastir dike.
MUDAXILEYA JI DERVE
Her wiha di raporê de tê destnîşankirin ku, der barê gelo di mirina Demîrkayayê de tu çekeke kîmyewî hatiye bikaranîn yan na de jî, lêkolînek hatiye kirin û tê îfadekirin ku, li gor lêkolînên li ser çekên kîmyewî yên herî zêde tên bikaranîn de keşfeke bi vî rengî nehatiye dîtin.
Di raporê de tê gotin ku, encama derketiye holê nayê wateya ku "tu çek an jî madeyeke kîmyewî nehatiye bikaranîn", tenê ji ber perçeyê di dest de biçûk e û heta gihaştiye saziyê rastî gelek mudaxileyên otopsî û mudaxileyên derve yên wek otopsiyê hatiye, ji ber vê yekê tespîtkirina di vî warî de zehmet e.