COLEMÊRG – Pêşmergeyên colemêrgî yên berê ku li Herêma Kurdistana Başûr şer kiribûn, balê kişandin ser girîngiya yekîtiya netewî û ji bo yekîtiya netewî ya kurd banga "wergirtina berpirsiyariyê" li rêxistin, partî û derdorên kurd kirin.
Pêşmergeyên berê yên ji bo yekîtiya netewî ya kurd banga "berpirsiyariyê wergirin" li rêxistin, partî û derdorên kurd kirin, balê kişandin ser geşedanên li Rojhilata Navîn û lezgîniya yekîtiya netewî dest nîşan kirin.
‘WERIN EM BIBIN YEK'
Ji pêşmergeyên berê Mehmet Turan ê di salên 90'î de ji ber çewisandin û pêkûtiyên dewletê koçî navenda Colemêrgê kirine, anî ziman ku ew ji 1972'yan heta 1977'an wek pêşmerge li Başûrê Kurdistanê bûye û wiha axivî: "Şikir ji Xwedê re em di têkoşîna xwe de bi ser ketin û xwişk û birayên me yên li wir vegeriyan malên xwe. Bila Birêz Barzanî jî van rojan ji bîr neke û gavên hemêzkirina kurdên li 3 perçeyên din bavêje. Lingekî Birêz Barzanî lie rdê ye, lingekî wî li hewayê maye. Heke ji bo yekîtiya kurdan hewl bide, dê kurdên din jî li gel wî cih bigirin û dê bi awayekî zeximtir pêl erdê bike. Li vir bang li hemû pêşengên kurdan û kesên xwedî gotin dikim, bibin yek. Heta niha me gelek êş kişandin. Xwîna gelek xwişk û birayan rijiya. Divê êdî em bibin yek, da xwîna xwişk û birayan nerije. Xwedê jî li gel yekîtiyê ye."
‘TEKANE ÇARE YEKÎTÎ YE'
Turan, dest nîşan kir ku dem ne dema ku berjewendiyên kesane esas bên girtin û wiha axivî: "Ji hemû gundên li herêmê, ji her malê 3 kes hatibûn nivîsandin. Û di her guherandina peywirê de yek jê dihat. Wan rojan em ne ji bo pere û berjewendiyên xwe çûbûn. Ji ber li wir xwîşk û birayên me rastî zilmê dihatin em çûn. Divê her kes baş bifikire. heta her 4 perçe nebin yek, dê tu pêşketin çênebe. Ji ber vê tekane çare riya yekîtiyê ye."
‘DIVÊ PÊŞANIYA ME YEKÎTIYA NETEWÎ BE'
Halit Aktaş yê fermandariya pêşmergeyan kiriye û gelek xizmên xwe winda kiriye got, divê pêşaniya herî girîng a kurdan yekîtiya netewî be û wiha axivî: "Piştî yekîtiya netewî pêk hat, dê kî bê serî, dê kî bibe pêşeng ev tiştên paşê ne û ewqas ne girîng e jî. Divê pêşaniya me ya herî girîng yekîtî be. Di salên 70'yî de dema kurdên li Iraqê belav bûn, piraniya wan koçî Îranê kir. Em jî li vir hatin gel hev û me planek kir. Wê rojê me hemû berjewendiyên şexsî danîn hêlekî û ji bo şik û guman netewş ketin rê. Dema me dît têkoşîna salan a li wir bi ser ket, me dewrî xwişk û birayên xwe yên li wir kir û em vegeriyan malên xwe."
‘DIVÊ HER KES TIŞTA DIKEVE SER MILA BIKE'
Aktaş, diyar kir ku wî li herêmê tevî Abdullah Salih, Fuat Mîran, Alî Telî, Zaim Alî û Doktor Kemal xebat kirine û wiha bang kir: "Ev fermandarên kurdên Iraqê bûn. Em tevî vana ji gundê Rêkanê heta Qendîlê çûn û me xebat kirin. Em îro jî dixwazin kurd bibin yek. Me di ciwaniya xwe de tiştê ket ser milê me kir. Divê her kes ji berjewendiyên şexsî dûr bikeve û ji bo yekîtiya netewî tevbigere."
‘LÊ PÊŞ ME FIRSENDEKE MEZIN HEYE'
Ji pêşmergeyên berê Ahmet Severadli jî wiha axivî: "Em rastî gelek zehmetiyan hatin. Pereyê me tune bû. Di peydekirina çekan de em rastî gelek zehmetiyan dihatin. Lê belê ji gundan pere dihatin berhevkirin û bi van pereyan çek û muhîmmat dihatin kirşn. EV têkoşîn hemû ji bo pêşîlêgirtina zilma Seddam a li xwişk û birayên me dikir bû. Em tu carî poşmanî wan zehmetiyên wan rojan nebûn. Çimkî em xwedî li xaka namûs, xaka xwişk û birayên xwe derketibûn. Û em bi ser ketin. Divê têkoşîna wan rojan îro ji aliyê hin kesan ve neyê jibîrkirin. Heke îro hin kes bi rihetî nefesê distînin, bi saya têkoşîna wan rojan bû. Wan rojan em bûn yek û em bi ser ketin. Divê îro yekîtiyeke hîn mezintir çêbibe. Binihêrin, heke em bibûnan yek dê dewlet nikaribûna serokên me zevt bikirana. Lê em nebûn yek û niha serokên me di hundur de ne. Li pêş me firsendeke mezin heye. Divê kurd bibin yek û roja bibin yek dê bi ser kevein. Heke em bibin yek em ê bi se rher tiştî kevin. Ji hemû rêveberên 4 perçeyên Kurdistanê ricam ew e ku bila werin û bibin yek. Roj roja yekîtiyê ye."